Kobanê 3 Şehîdên xwe veşartin

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyên 3 şehîdên xwe li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê spartin axê.

Kobanê 3 Şehîdên xwe veşartin
Kobanê 3 Şehîdên xwe veşartin
Kobanê 3 Şehîdên xwe veşartin
Kobanê 3 Şehîdên xwe veşartin
Kobanê 3 Şehîdên xwe veşartin
Kobanê 3 Şehîdên xwe veşartin
7 tebax, 2021   17:51
KOBANÊ

Bi sedean şêniyên kantona Kobanê beşdarî merasîma cenazeyên şehîdên di dem û dîrokên cuda de şehîd bûbûn, bûn û li Goristana Şehîd Dicle veşartin. Navên şehîdan wiha ne; şehîdê YPG’ê Mistefa Mistefa (Dêrsim Munzir), endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xidir Mistefa (Xidir Kobanê) û endama HAT’ê Alîn Mudris (Nûjîn Ararat).

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî.

Şahîn wiha got: "Bi sedema nasnameyê gelê Kurd tê armanckirin. Delîlê vê yekê jî komkujiya li Konya û êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê."

Şahîn da zanîn ku dê gelê Kurd li hember hewldanên qirkirinê bisekine û dijmin têk bibe û wiha li gotina xwe zêde kir: "An em ê bi azad û rûmet wek tevahî gelên cîhanê bijîn an jî em ê her dem rûbirûyî qirkirinê bin."

Piştre endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê Sozdar Şêxo got dewleta Tirk a faşîst li her deverê gelê Kurd dike armanc.

Sozdar Şêxo da zanîn ku gelê Kurd dê li hember hewldanên qirkirinê li ber xwe bide û li ser şopa şehîdan heta serkeftinê bimeşe û wiha li gotina xwe zêde kir: "Dagirkeriya Tirk tevahî şoreşên ji bo azadiya kurdan rabûne têk birin. Lê vê carê nikare vê şoreşê têk bibe."

Li aliyekî din jî endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Macîde Heson daxuyand ku dijminê gelê Kurd hemû siyaseta xwe ji bo qirkirina kurdan bi kar tîne.

Macîde Heson anî ziman ku şehîd tirs û xof xiste nava dijmin. Ji lew re divê gelê Kurd li pey şehîdan bimeşe û bibe xwedî yek projeyê ku dijmin têk bibe.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Dûver şehîd bi diruşmên "şehîd namirin" hatin veşartin.

(fr)

ANHA