PYD'ê panelek li ser ramanê rêber Abdullah Ocalan li dar xist

PYD'ê ji bo danasîna felsfeya rêber Abdullah Ocalan panelek li Reqayê li dar xist.

PYD'ê panelek li ser ramanê rêber Abdullah Ocalan li dar xist
PYD'ê panelek li ser ramanê rêber Abdullah Ocalan li dar xist
PYD'ê panelek li ser ramanê rêber Abdullah Ocalan li dar xist
PYD'ê panelek li ser ramanê rêber Abdullah Ocalan li dar xist
PYD'ê panelek li ser ramanê rêber Abdullah Ocalan li dar xist
7 tebax, 2021   14:09
REQA

Panel li hola Meclisa Qanûnsaz a bajarê Reqayê bi amadebûna hiqûqnas, çalakvanên siyasî û nûnerên partiyên siyasî hate lidarxistin.

Di panelê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin; rewşa qanûnî ya girtina rêber Ocalan û danasîna fikir û felsfeya Rêber Abdullah Ocalan û felsfeya neteweya demokratîk.

Hiqûqnasê di Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê de Abdullah El-Eryan bi bîr xist ku rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî bêyî tu qanûnan hat dîlgirtin û got, ev sûcê derexlaqî ji aliyê Tirkiyê û dewletên terorîst ve hate kirin.

Hiqûqnas Mihemed El-Taya jî diyar kir ku Tirkiyê hemû cûre îşkenceya siyasî û qetilkirin li dijî ronakbîr û fîlozofan, di nav de rêberê neteweyî Abdullah Ocalan dimeşîne û wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan roleke sereke û girîng di çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de dilîze. Dewleta Tirk ji nêrîn û fikirên wî yên siyasî û exlaqî yên ku xwe dispêrin neteweya demokratîk, mirovê azad û vejandina nirxên civakê ditirse. "

Di mudaxeleyekê de endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirina ya Reqayê Idrîs Hazim anî ziman ku exlaqî hafîzeya siyaseta civakê ye, fikirê rêbertî exlaqê esas digire.

Di panelê de li ser tecrûbeya Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk nîqaş çêbûn. Hate gotin ku ev tecrûbe xwe dispêre fikirê rêbertî.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LKziJ1waSd0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>