Nûnerên Rêveberiya Xweser bi şêniyên navçeya Qenyayê re civiyan

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi şêniyên navçeya Qenayayê re civiya û li pirsgirêkên wan guhdar kirin, da ku çareserî ji wan re werin dîtin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser bi şêniyên navçeya Qenyayê re civiyan
Nûnerên Rêveberiya Xweser bi şêniyên navçeya Qenyayê re civiyan
Nûnerên Rêveberiya Xweser bi şêniyên navçeya Qenyayê re civiyan
Nûnerên Rêveberiya Xweser bi şêniyên navçeya Qenyayê re civiyan
Nûnerên Rêveberiya Xweser bi şêniyên navçeya Qenyayê re civiyan
7 tebax, 2021   14:43
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê civînên bi gel re didomîne, li pirsgirêkên şêniyan guhdar dike û hewl dide pirsgirêkên wan çareser bike.

Civîn li dibistana gundê Qenaya yê 25 km dikve rojavayê bajarê Kobanê hate lidarxistin, bi dehan şêniyên navçeyê, di nav de şêx û rûspî di civînê de amade bûn.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Kaya diyar kir ku armanc ji van civînan rewşa siyasî û xizmetguzarî nîqaş bikin û li nêrînên şêniyan guhdar bikin.

Şêniyan daxwazên xwe, jê zêdekirina miqdara mazotê ji bo çandiniyê, sererastkirina rêyan û qîrkirina wan, başkirina kalîteya nan û hin daxwazên din anîn ziman.

Nûnerên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku ew ê giliyên şêniyan nîqaş bikin û hewl bidin ku çareser bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8AFRdK3W5YM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>