YPG’ê şehadeta şervanekî xwe ragihand

YPG’ê da zanîn ku şervanê wan Dêrsim Mûnzûr (Mistefa Mihemmed Mistefa) di 3’yê Tebaxê de, di encama qezayeke perwerdeyê de şehîd bûye.

YPG’ê şehadeta şervanekî xwe ragihand
7 tebax, 2021   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê şehadeta şervanekî xwe ragihand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hevrêyê me Dêrsim Mûnzûr roja 3’yê Tabaxê li Hesekê di encama qezaya perwerdeyê de gihîşt şehadetê.

Hevrê Dêrsim, li Kobanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi bandora kevneşopa berxwedêr, tev li nav refên me bû. Hevrê Dêrsim, li hember paşverûtî û dagirkeriyê, bi biryardarî û zanebûneke mezin têkoşîn meşand. Heta kêliya dawî erk û berpirsyariyên xwe bi coşeke mezin bi cîh anîn.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Dêrsim Mûnzûr

Nav û Paşnav: Mistefa Mihemmed Mistefa

Navê dayikê: Rehîma

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 3 Tebax 2021

Em di şexsê hevrê Dêrsim de, tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”