'15`ê Tebaxê di dîroka Kurdan de bû qonaxa veguherînê’

Kongreya Star a navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê bi nêzîkbûna salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê re semînerek ji bo jinên navçeyê organîze kir.

'15`ê Tebaxê di dîroka Kurdan de bû qonaxa veguherînê’
7 tebax, 2021   12:25
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê ku şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) sala 1984`an destpêkirina têkoşîna leşkerî ya li artêşa Tirk a dagirker ragihand, Kongreya Star li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya navçeya Dêrikê semînerek der barê dîroka têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de û tevlêbûna jinan de organîze kir.

Di semînerê de endama Kongreya Star Hîzel Ehmed axivî û got: “Pêngava 15`ê Tebaxê berhema fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û berxwedana hevalan a di girtîgehan de ye. Di dîroka Kurdan de gaveke girîng e.”

Hîzel destnîşan kir ku jinan ruxmî urf û adetên civakê di destpêka avabûna tevgerê de cihê xwe girt, tê koşiyan û li ber xwe dan.  Têkildarî rola jinan Hîzel got: “Divê jin bi taybet ên ku ji salên 80`yî ve fedakarî kirine, xwe bi rêxistin bikin, kêmasiyan derbas bikin û têkoşînê mezin bikin.”

Hîzel îşaret pê kir ku birêxistinkirina civakê ji ferdan dest pê dike, ji lew re divê hemû civakê bi rêxistin bikin û erkên xwe bînin cih û wiha domand: “Dijmin bi hemû rêbazan şerê taybet bi kar tîne, tevgerê û alîgirên wê reş dike da ku destkeftiyên şoreşê têk bibe û baweriya şêniyan bi Rêveberiya Xweser tune bike.”

/kr/uploads/files/2021/08/07/122658_2021-08-07-drk-seminer-kongira-star-1.webp

Hîzel di dawiyê de bang li gelê Kurd kir ku hevgirtî bin, li hemberî xiyanetê û komployên dewleta Tirk a dagirker têkoşînê mezin bikin û piştrast kir ku azadî tenê bi têkoşîn û berxwedanê pêk tê.

Di dawiya semînerê de sînevîzyonek têkildarî nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê dîrok û têkoşîna tevgera azadiyê de hat pêşandan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FrRNUr-LQAg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>