Talîbanê paytexta wîlayeteke Efganistanê xist bin serweriya xwe

Îro Talîbanê bajarê Şeberghan ê wîlayeta Jowzjan a Efganistanê xiste bin serweriya xwe. Duh jî Talîbanê bajarekî din li rojavayê welêt xistibû bin serweriya xwe.

Talîbanê paytexta wîlayeteke Efganistanê xist bin serweriya xwe
7 tebax, 2021   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî rojekê ku berpirsên Efgan ragihand ku tevgera Talîban Ziranic paytexta herêma Nîmroz a rojavayê welêt xist bin serweriya xwe, îro tevgerê ragihand ku bajarê Şeberghan ê paytexta wîlayeta Jowzjan xiste bin serweriya xwe.

Cîgirê serokê Jowzjanê Qadir Maliya ji Frans Press re got hêzên hikumetê ber bi balafirgehê ve vekişiyan.

Cîgirê wîlayeta Nîmroz Roh Xilxêrzad jî duh ji Frans Press re ragihandibû ku duh bajarê Ziranc kete destê tevgerê.

Ji aliyekî din ve jî, balyozxaneya Amerîkayê ya Kabûlê hişyarî da welatiyên xwe ku bi dijwarbûna şer re, yekser ji Efganistanê derkevin.

(bx)