Li herêma Cizîrê ecacok berdewam e

Li piraniya bajar û herêmên herêma Cizîrê ecacok berdewam dike û li hin deveran jî baran dibare.

Li herêma Cizîrê ecacok berdewam e
7 tebax, 2021   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên kantona Hesekê ji duh êvarê ve ecacok (bahoza tozê) rabûye. Ecacok ji roja şemiyê ve li herêmên din ên Cizîrê rabûye û heta niha berdewam e.

Li rex ecacokê, li hin herêman baran jî dibare. Ji ber ecacokê li hin deveran tevgera erebeyan rawestiye.

Li gorî Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a Herêma Cizîrê di encama ecacokê de stûnên toreya kehrebeyê ya gundewarên navçeya Til Koçerê zirar dîtiye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GaVgTM7kFNU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>