​​​​​​​Li Heftanînê 6 leşkerên Tirk hatin kuştin

Çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker berdewam dikin. Di çalakiya li Heftanînê de 6 leşkerên atêşa Tirk hatin kuştin, her wiha leşkerek jî birînar bû.

​​​​​​​Li Heftanînê 6 leşkerên Tirk hatin kuştin
7 tebax, 2021   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li herêma Heftanînê di çarçoveya  Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de;

2'yê Tebaxê artêşa TC'ê ya dagirker li navberna Girê Şehîd Bêrîvan û Şehîd Çiyager operasyona dagirker daye destpêkirin. Hêzên me yekîneyeke operasyonê kontrol kirin û 2 caran bi taktîka sabotajê çalakî kirine. Di encama çalakiyê de ji yekîneya dagirker ku bûyî hedef 4 jê hatine cezakirin. Dagirker, êvarî windahiyên xwe bi helîkoptêrê jiqadê rakirine.

5'ê Tebaxê saet 07:00'an li qada Bektorya dagirkerên ku dixwestin ji Girê Sîpan ber bi Girê Kartal ve biçin bi taktîka sabotajê derb li wan hatiye xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin, 1 jê jî birîndar bûye. Piştî çalaikyê artêşa TC'ê ya dagirker windayên xwe ji qadê bi helîkoptêrê rakirine, li qada Keşanê operasyoneke dagirker dane destpêkirin. Ev operasyon enyî rojê saet 17:30'an bêyî encamê vekişiyaye.

Hêzên me yên Heftanînê ji bo ku Pêngava 15'ê Tebaxê, Cejna Vejîna Netewî ya gelê me slav bikin, di çalakiyan e 6dagirker ceza kirine û 1 dagirker birîndar kirine.

Herêma Avaşîn û Zap ên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosê  de;

6’ê Tebaxê saet 15:30’î li dijî dagirkerên li devera Girê Sor a Avaşîn ya xwestin çeper çêbikin, hêzên me ji nêzîk ve li wan da. Li ser mudaxeleya hêzên me dagikeran xebatên çêkirina çeparan dane sekinandin û qedemeyek xwe paş ve dane.

6’ê Tebaxê saet 16:30’î hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dijî dagikerên li Kela Bedewê ya Zapê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de hedefên hatibûn diyarkirin li wan hate dayîn.

Artêşa TC a li ber berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê encam nagirin û li ber çalakiyên bi bandoar derbên giran dixwin, li dijî tunelên şer bi zêdahî gazên kîmyewî bikar tîne û bê navber sûcên xwe yên şer didomîne.

6’ê Tebaxê saet di navbera 07:00-19:00’an de li dijî tunelên şer ên li Werxelê ya Avaşîn 8 carî gazên kîmyewî hatine bikaranîn. Heman rojê saet di 21:00’an de bi teqemeniyan êrişî tunelên şer hate kirin. Li ser herêmê tevgereke zêde ya dronan heye.

5’ê Tebaxê saet 21:30’î dever Girê Şehîdan a Xakurkê, 6’ê Tebaxê saet navbera 11:30-12:00’an deverên Girê Şehîd Heqî û Ava Lolan ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

6’ê Tebaxê saet navbera 22:40-23:20’î li Mervanos, Tabûra Ereban û Banista yên Avaşîn tevgera helîkopteran pêk hatin. Heman rojê 10:00-10:30’î jî qontara Girê Sor bi çekên giran hatiye bombekirin.

7’ê Tebaxê saet navbera 03:00-05:00’an gundên Hirorê, Derarê û Kêste yên girêdayî Kanî Masî ya Ameêdiyê ji xetên sînor bi obus û hewanan hatiye bombekirin.”