Îstixbarata dagirkeriyê ciwanekî din li Efrînê revand

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker pisporekî anesteziyê revand ku berê di Nexweşxaneya Avrîn a li Efrînê de kar dikir.

Îstixbarata dagirkeriyê ciwanekî din li Efrînê revand
7 tebax, 2021   11:50
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyan, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker di 1`ê Tebaxê de pisporê anesteziyê (texdîr) Mihemed Şêxo ji navenda bajarê dagirkirî revand, bi hinceta ku berê di Nexweşxaneya Avrînê de kar dikir.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi heman hincetê 8 hezar dolar li Mihemed Şêxo ferz kiribû ku ji navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ya dagirkirî ye.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker Şêxo biriye cihekî nediyar.

(şx)

ANHA