Meclis û saziyên Hesekê: Êrişa li dijî gerîla îxaneta li dijî gelê Kurd e

Meclis û saziyên bajarê Hesekê destnîşan kir ku êrişa li dijî gerîla ya li Xelîfanê gihaştiye asta îxaneta li gelê Kurd.

Meclis û saziyên Hesekê: Êrişa li dijî gerîla îxaneta li dijî gelê Kurd e
7 tebax, 2021   09:55
HESEKê

Meclis û saziyên bajarê Hesekê îro bi daxuyaniyekê êrişa dawîn a hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a li dijî gerîla ya li herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê, şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya meclisa navçeya bakur a taxa Til Hecer, ji aliyê hevserokê meclisa navçeyê Remedan Fetah û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hat xwendin. Bi dehan endamên saziyan û Partiya Sûriya Pêşerojê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk ji beriya demekê ve êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike, armanca wê ew e ku xaka Kurdistanê dagir bike. Lê Hêzên Parastina Gel (HPG) berxwedaneke bêhempa nîşan didin ku projeya dewleta Tirk a vejandina serdema Osmanî têk dibe.

Her wiha hat destnîşankirin ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê her roj bi bin dikeve, hevkariya PDK`ê bi awayekî îstixbaratî û sîxurtî bi Tirkan re hate dîtin ku alîkariya wan dike, wan ji têkçûnê rizgar dike da ku hêzên şoreşger ên azadiya Kurdistanê, bi bin bixe.

Saziyan di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku komeke gerîla ku ji 3 şervanan pêk dihat, li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê rastî êrişekê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hat û hate diyarkirin ku yek ji wan gerîlayan, Dijwar Berxwedan e ku ji Hesekê ye.

Endamên saziyan bang li PDK`ê kir ku çarenûsa her sê gerîlayan eşkere bike û teqez kir ku êrişa li dijî gerîla ya li Xelîfanê gihaştiye asta îxaneta li gelê Kurd û xebatên ji bo berjewendiya dewleta Tirk a dagirker.

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FW0tLZunxM4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>