Aram Hena: Em ê gelê xwe di çarçoveya parastina rewa de biparêzin

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk got komkujiya Sefawiyê terora dewleta Tirk îsbat dike û destnîşan kir ku hêzên wan dê di çarçoveya parastina rewa de sivîlan biparêzin.

Aram Hena: Em ê gelê xwe di çarçoveya parastina rewa de biparêzin
7 tebax, 2021   10:34
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Hena têkildarî komkujiya Sefawiyê ji ANHA`yê re axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûceke din li gundê Sefawiye yê navçeya Eyn Îsayê pêk anî. Ev sûc berdewama sûcên wê ye ku di êrişên xwe de yên li dijî herêmên me pêk dianîn.”

Hena sersaxî da malbatên qurbaniyên komkujiyê û wiha domand: “Ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û gelek saziyên civata navneteweyî  têkiliyên me bi hêzên Rûsyayê re û aliyên li Sûriyê çalak re hene.”

Hena destnîşan kir ku hemû dizanin ku dewleta Tirk sponseriya terorê li Sûriyê dike û wiha domand: “Dewleta Tirk pêkanîna sûcan li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê ranawestîne. Ji dewleta Tirk ne dûr e mîna van sûcan pêk bîne. Ji ber ku hemû dizanin ku ew sponserê fermî yê terorê li Sûriyê ye.”

Hena ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Bi rêya operasyonên ewlehiyê me gelek çeteyên DAIŞ`ê girtin. Di lêpirsînan de piştrast bû ku Tirkiye dergeha sereke ye ku bi rêya wê derbasî herêmê dibin.”

Hena piştrast kir ku QSD`ê nahêle komkujiyeke din li dijî gelê herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk were û dê gelê herêmê di çarçoveya parastina rewa de biparêzin û ev agahî parve kir: “Di êrişên dawîn de me hemû tedbîrên parastinê girtin da ku gelê xwe biparêzin û wan bibin cihên ewle.”

Hena têkildarî êrişa dawîn a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Dewleta Tirk hewl dide bi rêya vê êrişê, ewlehiya li herêmê têk bibe, gelê me bide koçberkirin. Lê em piştrast dikin ku ev êriş gelek xeternak in, bi taybet li ser gundên Asûriyan ên li Til Temirê. Em bang li civata navneteweyî dikin ku helwestên cidî nîşan bidin da ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bigirin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yDyuNsVfDXc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>