Meclisa Leşkerî ya Babê têkildarî topbarana li dijî Babê daxuyaniyek da

Meclisa Leşkerî ya Babê daxuyaniyek da û tê de berpirsyariya hêzên xwe ji ber topbarana li ser bajarê Babê ku roja Pêncşemê hate kirin, red kir. Her wiha piştrast kir ku ew li gorî nirx û pîvanên mirovahiyê tev digerin û jiyana sivîlan naxin xetereyê.

Meclisa Leşkerî ya Babê têkildarî topbarana li dijî Babê daxuyaniyek da
7 tebax, 2021   08:54
MINBIC

Meclisa Leşkerî ya Babê bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên li dijî hêzên wê da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Kesên ku me tawanbar dikin ku me şêniyên xwe yên li Babê topbaran kirine, ew heman kes in ku ji beriya çend hefteyan ve şêniyên gundewarên Minbicê û gundewarên rojhilatê Babê topbaran kirine û tu girîngiyê nadin sivîlan. Her wiha hemû nirx û pîvanên navneteweyî paşguh dikin.”

Di berfirehiya daxuyaniyê hate gotin: "Têkiliya hêzên me bi topbarana ku roja Pêncşemê li dijî bajarê Babê pêk hatiye, tune ye. Tawanên ku li dijî hêzên me hatin kirin ne rast in. Em piştrast dikin ku em pabendî pîvan û nirxên mirovahiyê ne ku li her deverê ne tenê li Babê, jiyana sivîlan dûrî xetereyê dixin.

Em vê yekê şermezar dikin ku di encama wê de zirarên mirovî di nava şêniyên me de çêbûn.

Kesên ku me bi topbarana şêniyên me li Babê tawanbar dikin, ew heman kes in ku ji beriya çend hefteyan ve şêniyên gundewarên Minbicê û gundewarên rojhilatê Babê topbaran kirine, bêyî ku tu girîngiyê bidin sivîlan û bi vê yekê hemû nirxên mirovahî û pîvanên navneteweyî paşguh kirin.

Em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî, her wiha saziyên navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin da ku kirinên bi vî awayî yên li dijî gelê me, rawestin.

Em soz didin gelê xwe yê Babê ku di bin zilma dagirkeriya dewleta Tirk de ye, em ê têkoşînê berdewam bikin heta ku wan ji terorê rizgar bikin û hemû xaka Sûriyê ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bikin."

(bx)

ANHA