Hêzên hikumeta Şamê herêmên Idlib û Sehil El-Xab topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê rojava û başûrê gundewarên Idlibê, deverên li Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê herêmên Idlib û Sehil El-Xab topbaran kirin
7 tebax, 2021   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) vê sibê topên hêzên hikumeta Şamê li rojavayê gundewarên Idlibê ketin. Her wiha gelek dever li çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê, Sehil El-Xab ya bakurê rojavayê Hemayê hatin topbarankirin. Tu agahî der barê windahiyan de heta niha nehatine bidestxistin.

Hêzên hikumeta Şamê duh bi şev bi çekên giran gundê Bînîn û daristana wê ya başûrê Idlibê, gundên Hemîmat, Sehin, Qilêdîn ên Sehil El-Xeb topbaran kiribûn.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li ser eniya Kefer Noran a rojavayê Helebê topbaran kirin. Lê agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

(şx)