Li Mexmûrê çeteyên DAIŞ`ê êriş kir: 2 kes revandin

Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li herêma Mexmûrê êrişî gundê Kendalê kir û di encamê de 2 kes revandin û 3 kes jî birîndar kirin.

Li Mexmûrê çeteyên DAIŞ`ê êriş kir: 2 kes revandin
7 tebax, 2021   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê pêşmergeyan yê herêma Mexmûrê (YNK) Xazî Feysel têkildarî êrişê agahî dan  ajansa Rojnewsê.

Xazî Feysel da zanîn şevê din saet di 12.00’an de çeteyan li ser rêya sereke ya Mexmûr-Hewlêrê kemîn avêtine pêş welatiyên ji gundê Kendalê û di encamê de 2 wesayîtên welatiyên herêma Mexmûrê ketine kemîna çeteyên DAIŞ’ê.

Feysel anî ziman ku di encama kemînê de 3 welatî birîndar bûne û 2 kes jî ber bi çiyayê Qereçoxê ve hatine revandin.

Li gorî agahiyên ku Feysel Xazî dane, navên welatiyên hatine birîndarkirin wiha ne; Femran Elî Bêrî, Îsmaîl Sedredîn û Hîmdad Mewlûdîn. Her wiha welatiyên hatine revandin jî Mam Bekir û Yusif Mihemed in.

Feysel Xazî diyar kir destpêkê 7 kes hatine revandin, paşê 5 kes ji wan serbest hatine berdan û rewşa birîndarekî jî giran e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev herêm di bin kontrola hêzên pêşmerge yên PDK’ê de ne û bûyer li nêzî benda kontrolê ya Gêçê ya PDK’ê rû daye.

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/yHYB152y2zg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>