Brîtanyayê bang li welatiyên xwe kir ku ji Efganistanê derkevin

Li gel dijwarbûna şerê di navbera Talîban û hêzên Efganistanê de, Brîtanyayê ji welatiyên xwe yên li Efganistanê xwest ku yekser ji welêt derkevin.

Brîtanyayê bang li welatiyên xwe kir ku ji Efganistanê derkevin
7 tebax, 2021   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê duh belgeyên xwe yên têkildarî Efganistanê li ser malpera xwe nû kir û şîret kir ku sedem çi dibe bila bibe, kesek neçe Efganistanê.

Her wiha bang li welatiyên xwe yên li Efganistanê kir ku pêwîst e ji welêt derkevin.

Ji Gulanê ve li Efganistanê piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, asta şer gelekî dijwar bûye.

(şx)