Jinên siyasetmedar: Baweriya me tenê bi gerîla heye

Jinên siyasetmedar ên herêma Firatê destnîşan kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, hebûna hemû Kurdên ku ji bo azadiya xwe tê dikoşin, dikin hedef û got ew tenê bi gerîla bawer in.

Jinên siyasetmedar: Baweriya me tenê bi gerîla heye
7 tebax, 2021   08:10
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya hewldanên ji bo lawazkirina ruhê berxwedanê yê gelê Kurd de, her carê rêbazekê bi kar tîne.

Ji beriya 3 mehan ve, dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Li hemberî êrişan gerîlayên HPG`ê berxwedaneke efsanewî raber dikin û rê li pêkanîna armancên dagirkeriya Tirk digirin.

Têkildarî topbarana artêşa Tirk a dagiker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê, ajansa me bi hejmareke çalakvanên siyasî yên jin re hevpeyvîn çêkir.

'DAGIRERIYA TIRK ÊRIŞÎ HER KURDEKÎ DIKE'

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/08/07/075812_kwly-hsn.jpg

Endama komîteya navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Gulê Hesen diyar kir ku piştî têkçûna çeteyên DAIŞ`ê ku amûrên pêkanîna planên dewleta Tirk a dagiker di şerê Kobanê de bûn, dewleta Tirk har bû û dest bi êrişan li dijî hemû herêmên Kurdan kir û wiha got: “Di êrişan de hemû cureyên çekan û heta çekên kîmyewî hatin bikaranîn da ku karibe wan herêman dagir bike.”

Gulê got dewleta Tirk a dagirker ne tenê êrişî hêzên gerîla dike, lê belê êrişî her Kurdekî ku ji bo azadî û nasnameya xwe tê dikoşe, dike û wiha domand: “Ji beriya zêdetirî 3 mehan ve ew êrişî çiyayên Kurdistanê dike û hewl dide hebûna Kurdan li wir tune bike. Ji lew re bi top û tankan malên sivîlan topbaran dike û dirûxîne, wan ditirsîne da ku berxwedana wan lawaz bike.”

Gulê Hesen di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk siyaseta xwe li herêmê guherandiye û wiha lê zêde kir: “Li Bakurê Kurdistanê dest bi binçavkirina siyasetmedarên Kurd kir û li dijî çiyayên Kurdistanê êriş da destpêkirin. Armanc diyar e; guhertina çanda gelê Kurd e. Piştî têkçûnên wê yên li ser hev li ser destê gerîla, hewl dide di nava Kurdan de şer derxe.”

‘BAWERIYA KURDAN TENÊ BI GERÎLA HEYE’

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/08/07/075747_aalmaz-alrwmy.jpg

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elmaz Romî jî daxuyand ku amranca dewleta Tirk êdî ji her kesî ve xuya ye û got ku ew dixwaze şêniyan neçarî koçberiyê bike da ku plana guhertina demografiya herêmê bibe serî. Elmaz diyar kir ku êrişên li djiî çiyayên Kurdistanê parçeyekî vê operasyonê ne.

Elmaz Romî bal kişand ser guhertina demografiyê ji aliyê dewleta Tirk ve û got ew yek li pêş çavên hemû rêxistinên mafên mirovan tê kirin, lê belê wan xwe ker kiriye û heta niha ji bo şêniyên herêmên dagirkirî û koçberan tiştek nekiriye.

Elmaz Romî diyar kir ku baweriya wan tenê bi gerîla heye ji ber ku ew gelê Kurd diparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wek gelê Kurd baweriya me tenê bi gerîla heye, em pişta xwe nadin tu  aliyên din û bangawaziya kesî nakin, ji ber ku her kes beşdarî vê komployê bûye yak u hebûna Kurdan înkar dike û bi destê dewleta Tirk li dijî Kurdan tê meşandin. Wê gerîla bi ser bikeve û artêşa dewleta dagirker dîsa têk biçe.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PXnRedvDRtU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>