Rojnameyên erebî: DAIŞ ji nû ve xwe li çolistana Sûriyê bi rêxistin dike

Rojnameyên erebî yên îro der barê hewldana DAIŞ`ê de ku xwe ji nû ve li Sûriyê bi rêxistin dike, aloziya siyasî ya li Iraqê û nakokiyên Hizbullah û Îsraîlê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: DAIŞ ji nû ve xwe li çolistana Sûriyê bi rêxistin dike
7 tebax, 2021   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DAIŞ ZAROKAN JI KAMPAN DIREVÎNE BAREGEHÊN PERWERDEYÊ YÊN LI ÇOLISTANA SÛRIYÊ’

Der barê hewldana DAIŞ`ê de ku xwe ji nû ve birêxistin bike, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Raporeke çavdêrê giştî yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ya têkildarî operasyonên Washingtonê û hevalbendên wê yên li Sûriyê û Iraqê, eşkere kir ku agahiyên îstixbaratî hene ku DAIŞ hewl dide li çolistana Sûriyê xwe ji nû ve birêxistin bike. Ji bo wê jî zarok û ciwanan ji kampên koçberan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê direvîne.

Raporê hişyarî da ku DAIŞ`ê hegemonyaya xwe li gelek kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastiye. Li gorî nirxandinên saziya îstixbaratê ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, DAIŞ`ê giringî daye revandina zarokan ji kampan ber bi baregehên perwerdeyê yên li çolistana Sûriyê ve.

Di raporê de hat piştrastkirin ku kampa Holê jêdera leşkerkirina zarokan di nava DAIŞ`ê de ye. Gelek dewletan hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î vegerandin, lê bi hezaran zarok di vê kampê de di nava şert û mercên dijwar de ne. 

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ku çavdêriya hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn dike, çavdêrê giştî agahdar kir ku alîgirên DAIŞ`ê di Nîsan û Hezîranê de xebatên belavkirina tundrawiyê di nava kampa Holê de bi rêya malperên tevna civakî zêde kirin da ku zarok û ciwanan bikişîne nava xwe.

Li gorî Radyoya Dengê Amerîkayê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên leşkerî yên amerîkî, ruxmî ku di operasyoneke ewlehiyê de ku di Adarê de pêk hat, 125 kes hatin girtin lê hebûna DAIŞ`ê di nava kampê de hîna xurt e. Bûyerên kuştinê jî her ku diçe zêdetir dibin.

Rayedarên îstixbarata parastinê ya Amerîkayê bi bîr xist ku DAIŞ girîngiyê dide rojhilatê çolistana Sûriyê. Ji ber erdnîgariya vê herêmê ya asê, xwe ji balafirên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hêzên koalîsyonê diparêze.

O'Donnell di raporeke xwe de ku ji fermandarên komîteyên hêzên çekdar ên Kongreyê re pêşkêş kiriye, diyar kir ku herêmên herî zêde bi gefên DAIŞ`ê re rû bi rû mane, li parêzgehên çiyayî yên kavil ên li bakurê Bexdayê û rojavayê wê, deverên li Reqa, Hesekê û Dêrazorê yên Sûriyê ne.

Lêpirsînerên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) bang kiribû ku bi hezaran zarokên DAIŞ`ê yên li Sûriyê vegerin welatên xwe. Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya têkildarî dosyaya Sûriyê bi bîr xist ku bi taybet zarok di xetereyê de ne û tu belgeyên wan ên fermî tune ne.”

‘LI IRAQÊ ERKDARKIRINA SEROKAN NÎŞANEYA ALOZIYEKE NÛ YE’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: “Daxwazên erkdarkirina her sê serokatiyan (komar, wezîr û parlamentoyê) hişyarî dide ku piştî hilbijartinên Cotmeha bê, dê aloziyeke siyasî ya din li Iraqê pêk were.

Şîeyan hîna serokatiya wezîran keysbaz kiriye, sunnî û Kurd niha jî difikirin ku piştî 4 gerên hilbijartinan ku serokatiya komarê para Kurdan bû û parlamento para sunniyan bû, erkên xwe dewrî hev bikin.

Serokê parlamentoyê Mihemed El-Hebûsî di daxuyaniyeke balkêş de got: “Iraqî erebî ye, yanî divê serokatiya komarê para erebên sunî be.“

‘EL-HERÎRÎ HIZBULLAH TAWANBAR KIR KU LUBNAN XISTIYE NAVA ŞERAN’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Piştî ku milîsên Hizbullahê ragihand ku ew berpirsên avêtina moşekan ber bi Îsraîlê ve ne, nakokiya leşkerî ya li ser sînorên Lubnanê didome.

Artêşa Îsraîlê jî bersiva êrişê da û herêm topbaran kir. Serokê Şepela Pêşerojê ya Lubnanê Seed El-Herîrî hişyarî da ku rewşa li ser sînor gelek xeter e bi taybet piştî ku şer di navbera Îsraîl û Hizbullah de derket. El-Herîrî Hizbullah tawanbar kir ku Lubnan xistiye nava şeran."

(şx)