​​​​​​​`Jinan mirin li ser jiyana di girtîgehê de tercîh kir`

Şêniyekî ku berê ji aliyê çeteyên Sultan Murad ve hatibû revandin, ji ajansa me re çîrokên hovane yên der barê girtîgehên dewleta Tirk a dagirker ên li Tirkiyê û herêmên dagirkirî de vegotin.

​​​​​​​`Jinan mirin li ser jiyana di girtîgehê de tercîh kir`
7 tebax, 2021   03:07
HELEB-MIHEMED EBDO

“Mîna gêjan dimeşim, nikarin heta kîloyekê jî rakim.” Bi van gotinan şêniyê bi navê V.C. tenduristiya xwe wesifand, piştî ku ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker derket ku ji ber ku Kurd e derdora 3 sal û nîv tê de ma û îşkence lê hat kirin.

Çîroka V.C. ku nexwest navê xwe eşkere bike, piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê sala 2018`an dest pê dike. Li gundekî navçeya Cindirêsê dima. Lê ji ber dijwariya êrişan û topbaranê malbata xwe ji gund derdixe û tenê di mal de dimîne û bi bermahiyên topekê birîndar dibe.

V.C. dibêje destpêkê tiştek fêm nekir tenê pê hesî ku du kes wî kaş dikin û dixin erebeyeke leşkerî. Wê demê çeteyên Sultan Murad V.C. direvînin û dibin girtîgehekê li Tirkiyê.

BI SEDAN SÛRÎ DI GIRTIGEHÊN TIRKIYÊ DE NE

Di 7`ê Sibata 2018`an de V.C. ji xewekê mîna kabûsê şiyar dibe. Xwe li odeyekê dirêjkirî û di nava xwînê de dibîne. Li ser milê wî yê çepê, zilamek 60 salî dibîne ku parçeyek caw daniye ser serê wî ku tijî bermahî ne.

V.C. wiha domand: “Ez ne li ser hişê xwe bûm. Ji ber birînan tiştek nedihat bîra min. Dema şiyar bûm kesên di girtîgehê de ji min re gotin ev 10 roj e ez di girtîgehekê de li Tirkiyê me ku bi dehan sivîl mîna min tê de ne."

TAWAN NASNAMEYA KURDÎ YE

Piştî demekê V.C. vediguhêzin girtîgeha Raî ku ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve tê birêvebirin. Rêveberên girtîgehê V.C. bi dan û standina bi Rêveberiya Xweser re tawanbar kir. Lê V.C. vê tawanê red dike. Lê kesê Tirk ê ku lêpirsînê pê re çêdikir jê re got ku nasnameya wî ya kurdî têrê dike ku heta dawiyê were girtin an jî were kuştin.

V.C. wiha berdewam kir: “Di lêpirsînê de hemû cureyên îşkenceyê hebûn. Kehrebe, kirina serê mirov di nav de, kelebçe, bilanko, şikandina tiliyan, dolap û gelek cureyên din hebûn.”

JÊDERA NEXWEŞIYÊN GIRAN

V.C. wiha rewşa girtîgeha Raî wesifand: “Girtîgeha herî pîs e, di 4 metredam de 40 kes dimînin. Kortekek kanalîzasyonê heye. Pencere tune ne ji ber ku di bin erdê de ye.

Li gel vê rewşê, girtîgeh bûye jêdera kurmik, virus û nexweşiyên giran mîna wêran, kulbûna kezeba reş û gelek nexweşiyên din.

V.C. diyar kir ku 40 girtî bi wêranê ketin lê ji hev nehatin cudakirin û ji wê zêdetir di nava girtiyên di qawîşên din de hatin belavkirin da ku nexweşî di nava girtiyan de belav bibe. Ji ber vê nexweşiyê û nexweşa kulbûna kezeba reş, bi dehan girtî mirin di nav de 7 hevalên V.C. ku di heman qawîşê de diman.

NE XWARIN Û NE JÎ DERMAN HEYE

V.C. vegotina çîroka xwe wiha domand: “Tu roj bê mirina girtiyekî derbas nedibû yan bi wêranê yan jî kulbûna kezeba reş yan jî ji ber kulbûna birînan ku ji ber îşkenceyê çêbûne yan jî ji ber tunebûna toreyên kanalîzasyonê û tunebûna dermanan.”

V.C. ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Çeteyên Sultan Murad xwarin û dermanên girtiyan didizîn ruxmî ku kêm bûn. Heftane 3 libên dermana serêşê didan 40 girtiyan weke ku dermana nexweşiyên vedigirtin.”

Der barî xwarinê de, V.C. got 10 turikên nan didan 100 kesan, hîna gardyan jî nîvê wê didizîn û tenê miqdareke biçûk ji girtiyan re dima.

JINAN MIRIN LI SER JIYANA DI GIRTÎGEHÊ DE TERCÎH KIR

Istixbarata dewleta Tirk a dagirker qawîşeke girtîgeha Raî ji bo jinan bi kar dianî. V.C. destnîşan kir ku dengê nalîna jinan ji ber îşkenceyê dibîhist.

Lê V.C. bi bîr xist ku rojekê bihîstin ku qawîşa jinan şewitî ye. Li gorî V.C. 2 jinan sûcên çeteyan red kirin ji ber wê agir berdan bedena xwe û mirin li ser jiyana di girtîgehê de tercîh kir.

BERDÊLA PÊKANÎNA TELEFONEKÊ HEZAR DOLAR E Û YA DADGEHÊ 2 HEZAR E

Piştî derdora salek û nîvan, V.C. agahî da malbata xwe ku di girtîgeha Raî de ye. V.C. piştrast kir ku bi gardiyanekî re li hev kir ku li beramberî hezar dolarî bi malbatê re biaxive.

Piştî 3 sal û nîvan, çeteyan V.C. bir dadgeha navendî. Li wir bi tawana terorê û dan û standina bi Rêveberiya Xweser re 3 hezar û 200 lîreyên tirkî ceza lê birîn. Her wiha neçar kirin ku 2 hezar dolarî bide parêzerê parastinê da ku wî ji girtîgehê derxe.

Di 10`ê Tîrmeha 2021`an de piştî ku derdora 3 hezar û 500 dolar amerîkî da û piştî 3 sal û nîvan ku tê de rastî hemû cureyên îşkenceyê hat V.C. ji girtîgehê derket lê êdî nikare mîna berê jiyana xwe ya asayî berdewam bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FZ2o99ufftM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>