`Ji bo bidawîkririna şerê li Sûriyê Rêveberiya Xweser nas bikin`

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk li navçeya Dirbêsiyê, Bedîa Erabo banga naskirina Rêveberiya Xweser kir. Her wiha naskirina Rêveberiya Xweser wekî çareseriyeke ji aloziya Sûriyê re, bi nav kir.

`Ji bo bidawîkririna şerê li Sûriyê Rêveberiya Xweser nas bikin`
7 tebax, 2021   04:09
HESEKÊ- OLVA HEC MENSÛR

Der barê girîngiya naskirina Rêveberiya Xweser de, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk li navçeya Dirbêsiyê, Bedîa Erabo got qonaxa ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî tê re derbas dibe, qonaxeke hesas e, ji ber ku herêm ji her alî ve rastî êrişan tê û bi taybet ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ku her tim şerê projeya Rêveberiya Xweser dike.

' ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ BI XWÎNA ŞEHÎDAN BI SER KET '

Bedîa wiha lê zêde kir: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê di her warî de bi saya xwîna şehîdan serkeftineke mezin bi dest xist, ji ber vê yekê hemû dewlet hewl didin vê projeya ku ji bo bidestxistina mafên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û sîstemeke demokratîk û biratiya gelan pêk anîye, têk bibin. "

'VÎNA PÊKHATEYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JI ÊRIŞAN BI HÊZTIR E'

Bedîa destnîşan kir ku berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ û êrişên dewleta Tirk de, ji hemû cîhanê re piştrast kir ku ev şoreş şoreşeke demokratîk e.

Bedîa destnîşan kir ku vîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember hemû êrişên ku hewl dan vê projeyê têk bibin, bi ser ket û wiha domand: "Divê hemû welat û civaka navneteweyî piştgiriyê bidin projeya Rêveberiya Xweser, ji ber ku gelek serkeftin bi dest xistin û ev yek ji cîhanê re eşkere ye. "

' DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER BÊ NASKIRIN '

Bedîa diyar kir ku ji destpêka şoreşa 19'ê Tîrmehê ve, dewleta Tirk her cure sûcan pêk tîne, ji aliyekî ve destekê dide çeteyên DAIŞ'ê û ji aliyê din ve jî bi armanca têkbirina projeya vê şoreşê êrişî herêmê dike. Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin ji bo ku şerê li Sûriyê were sekinandin.

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Bedîa Erabo wiha bi dawî kir: "Rêveberiya Xweser projeyeke serkeftî ye, ji ber ku karîbû pêkhateyên herêmê bi rêxistin bike, mafê her pêkhateyekê bide û herêmê ji hemû êrişan biparêze. Divê Rêvberiya Xweser were naskirin, ji ber ku ew dikare aloziya Sûriyê çareser bike û sîstema demokratîk ava bike."

(dx)

ANHA