​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişên dagirkeriyê banga hevgirtinê kir

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kirin ku armanca êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û guhertina demografîk pêk bîne. Her wiha li hemberî van êrişan banga yekitiyê li hêzên kurdî kirin.

​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişên dagirkeriyê banga hevgirtinê kir
7 tebax, 2021   00:47
HESEKÊ- BOTAN HISÊN

Piştî dagirkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di navbera sala 2018-2019’an de dewleta Tirk û çeteyên wê hema bêje her roj êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Gund û navçeyên ku nêzî eniyên şer ên bi dagirkeriya Tirk re rojane bi çekên giran tên topbarankirin, ji ber van topbaranan ziyanên madî û mirovî çêdibin.

Herî dawî li gundê Sefawiye yê Eyn Îsayê komkujiyeke li dijî malbatekê pêk anîn, bav û sê zarokên wî hatin qetilkirin. Beriya wê jî dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a biçek li Kobanê du erebeyên sivîlan kirin hedef. Her wiha li navçeyên Zirgan û Til Temirê malên sivîlan û dibistanan topbaran dikin.

Şêniyê bi navê Îzedîn Eyûb ji Dirbêsiyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan armanc dike ku herêmê dagir bike, herêmên li ser sînor ji niştecihên wê yên Kurd vala bike û ser hesabê gelê Kurd sînorê xwe berfireh bike.

Eyûb wiha got, dewleta Tirk bi her awayî hewl dide desthilatdariya xwe ya li ser herêmê wekî dema împeratoriya Osmanî ya Tûranî bi navê ola Îslamê vegerîne û wiha domand: "Divê Erdogan xeyalên xwe yên dagirkirina herêmê ji bîr bike, em dîroka wî baş dizanin, ew ne ji herêmê ye lê dagirker e ji Magolîstanê hatiye."

Eyûb li ser sedema êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdan jî wiha got: "Rejîma serdest a li Tirkiyê ji kurdên ku li ser axa ya Kurdistanê ya dagirkirî mafên xwe dixwazin bitirse. Ji ber vê yekê ji bo qirkirina gelê Kurd dixebite da ku banga mafên xwe neke."

Eyûb destnîşan kir ku dewleta Tirk di bin diruşmeya Îslamê de şer Kurdan dike, herêmên Rojava dagir kirine, xelkên wê koçber bikin, berhem û malên gel talan kirin û dar birin, mînaka vê yekê li Efrînê hate dîtin.

Îzedîn Eyûb bi domdarî got: "Gelo Erdogan bi kijan qanûnan li ser xaka Kurdan dixebite? Kurdan ji malên wan koçber dike û xelkên ji Xûtaya Şamê, Heleb û Idlibê li şûna wan bi cih dike. Ma ev serok e! Lê bel ev serçete ye ku Tirkiyê bi rêve dibe."

Eyûb di dawiya axaftina xwe de bang li Kurdan kir ku ku li hember turanîzma Tirk bibin yek û got: "Divê gelê Kurd Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bike."

Şêniyê bi navê Menîs Xelîl Mihemed ji gundê Çolbistan ê Dirbêsiyê got: "Dewleta Tirk dewleteke dagirker e, li ser hesabê me ji bo dagirkirina xaka me û berfirekirina planên xwe dixebite."

Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirkdi tevahî êrişên xwe yên li dijî herêmên Rojava de rasterast sivîlan dike hedef û hewl did bala gelên xwe bikşîne ser şerên xwe yên derve ji bo ku xwepêşandan û krîza aborî ya li hundurê Tirkiyê veşêre.

Mihemed her wiha got, dewleta Tirk ewlehî û aramiya herêmê dike hedef û wiha dom kir: "Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warê ewlehî û jiyanî de ji herêmên herî ewle yên Sûriyê ye, berevajî herêmên di bin serweriya opozisyonê de an jî herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê de, ev yek li xweşiya dewleta Tirk û komên wê yên çekdar nayê."

Welatiyê bi navê Raid Xelîl got: "Dewleta Tirk a dagirker bi tu awayî Kurdan qebûl nake, lewma divê Kurd yekitiya xwe ava bikin, ji ber ku hêza wan di yekîtiyê de ye."

Raid Xelîl li hemberî planên  li djiî gelê Kurd banga diyalogan li hêz û partiyên Kurdan kir.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zp2ikAXuHRE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>