Li Diyalayê di êrişeke çekdarî de berpirsê Heşda Şebî hate kuştin

Hate ragihandin ku berpirsekî Heşda Şebî li Diyalayê di encama êrişek çekdarî de hat kuştin.

Li Diyalayê di êrişeke çekdarî de berpirsê Heşda Şebî hate kuştin
6 tebax, 2021   16:03
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Çavkaniyek ewlehiyê ji medyayê Iraqê re ragihand, îro çend çekdarek nenas li parêzgeha Diyala êrişê berpirsê Heşda Şebî kirin û di encama êrişê de wî berpirsî jiyana xwe ji dest da.

Hat gotin ku navê wî berpirsî Hazim Şekircî bû, erkê wî li Xaneqînê ji bo hêzên Heşda Şebî peydakirina kelûpelên leşkerî û lojîstîkî bû.