Zanîngeha El-Şerq ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade ye

Mamosteyê Zanîngeha El-Şerq a li Reqayê got vekirina zanîngehê pêwîstiyek bû û dê ev xwendekar li saziyên Rêveberiya Xweser di hemû beşan de werin bicihkirin.

Zanîngeha El-Şerq ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade ye
7 tebax, 2021   07:08
REQA-EHMED EL-ESAF

Piştî bidawîbûna amadekariyan Zanîngeha El-Şerq a li Reqayê, zanîngehê deriyên xwe ji xwendekarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re vekirine da ku navên xwe lê tomar bikin.

Der barê vê yekê de cîgirê serokê Zanîngeha El-Şerq a Kar û Barên Îdarî û mamosteyê fîzîkê Xelîl El-Elî ji ajansa me re eşkere kir ku li Zanîngeha El-Şerq gelek beş hene, ji wan Fakulteya Zanistî ku ji bîrkarî, fîzîk, kîmya, biyolojî û mamostetiya refê pêk tê, Fakulteya Wêjeyê û Zanistên Civakî ku ji wêjeya erebî pêk tê, Peymangeha Îngilîzî û Peymangeha Teknîk a beşa komputerê jî heye.

El-Elî da zanîn ku li gorî pêwîstiya zanistî ya herêmê ev beş hatin hilbijartin û di halê hazir de dê her beşek ji 40 xwendekarên bawernameyên asta amadehî wergirtine, pêk were.

Xelîl El-Elî diyar kir ku vekirina Zanîngeha El-Şerq li herêmê girîng e, da ku kesên pispor li saziyên Rêveberiya Xweser bi cih bibin û têkildarî navê zanîngehê El-Şerq (Rojhilat) jî got, dê li ser asta herêmên rojhilat ji Minbicê heta Dêrazorê be.

El-Elî got: "Li gorî pêwîstiyan dibe ku di salên pêş de beşên vê zanîngehê li Tebqa, Minbic û Dêrazorê jî werin vekirin, beşên ku niha li Reqayê hatine vekirin li gorî daxwaza li ser bawernameyan û li gorî pêwîstiya karê li herêmê û pêşwazîkirina zanîngehê pêk hat."

ꞌDÊ ALÎKARIYA HEMÛ XWENDEKARÊN KOÇBER WERE KIRINꞌ

El-Elî îşaret pê kir ku ew ê piştgiriya hemû xwendekarên koçber ên ji Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê were kirin û got: "Heta ku xwendekar li zanîngehê bixwînin ew ê mehane fon ji wan re were veqetandin, her wiha dê ji hemû xwendekarên li derveyî bajarê Reqayê dimînin re jî cih peyda bikin, di heman demê de 4 wargeh hene; 2 ji jinan re ne û 2 jî ji mêran re ne.”

Têkildarî têkiliyên bi zanîngehên li Sûriyê yan jî li dewletên din re El-Elî ev nirxandin kir: "Di halê hazir de li herêmê piştî ku zanîngehên Kobanê, Efrîn û Rojava hatin vekirin, Zanîngeha El-Şerq a çaremîn e, em naxwazin têkiliyan bi tu zanîngehan re qut bikin, lê zanîngeha me xwedî taybetmendiyeke serbixwe ye."

El-Elî ev lê zêde kir: "Kîjan zanîngeh bixwaze têkiliyan bi me re deyne, deriyên me vekirî ne, çi têkiliyên zanistî bin û çi akademîk, li Zanîngeha Rojava tecrubeyên me yên têkiliyên bi zanîngehên dewletên Ewropa re çêbûn û hevkariya bi wan re heye, sedema wê jî ew e ku zanîngehên Ewropayê ji hikumetê qut in û hikumet li ser ferz nake ku têkiliyên bi kîjan zanîngehan re çêke, ya ku em jê re dibêjin sîstema demokratîk a zanîngehê ku îro li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, ev e."

Mamoste Xelîl El-Elî der barê îtîrafa bi bawernameyên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha axivî: "Îtîraf wekî encamên domandina kar û xebatên pêvajoya bi salan e û têkiliyên wê berfireh in. Îtîraf bi rêya rakirina belgeyan misoger nabe, lê belê bi rêya encamên derçûna hejmarek ji xwendekar û kadroyên baş ên perwerdeyê ye. Îtîrafa bi bawernameyan hêdî hêdî bi demê re çêdibe.

Têkildarî bawernameyên ku dê Zanîngeha El-Şerq qebûl bike, cîgirê serokê Zanîngeha El-Şerq Xelîl El-Elî da zanîn ku ew ê bawernameyên amadehî yên Rêveberiya Xweser ên hemû şaxan û bawernameyên hikumeta Şamê bi beşên xwe yên zanistî, wêjeyî, pîşeyî û komputerê qebûl bikin.

Di dawiyê de Xelîl El-Elî destnîşan kir ku deriyên Zanîngeha El-Şerq a Reqayê ji bo xwendekarên ku  dixwazin xwendina xwe lê berdewam bikin, vekirî ne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t9jfQgykL_Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>