Berpirsê têkiliyan ê hikûmeta Efganistanê hate kuştin

Wezareta Karê Hundir a Efganistanê ragihand ku şefê servîsa têkliyên hikûmetê Dawa Han Manapla hatiye kuştin.

Berpirsê têkiliyan ê hikûmeta Efganistanê hate kuştin
6 tebax, 2021   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Wezareta Karê Hundir ê hikumeta Afganistanê Mîwaîs Stanîkzayî di peyama xwe ya li ser WhatsAppê dayî de got: “Mixabin, mixabin, terorîstên hov û canî, îmzeya xwe danî binê çalakiyek din a bi tirs, welatparêzekî (...) Dawa Han Menapal ê li ber propagandayên dijmin li ber xwe didan, di nimêja Înê de kuştin.”

Ji berdevkên Talîbanan Zabîhûllah Mûcahid jî li ser WhatsAppê daxuyanî da û got: “Şefê navenda peywendî û medyaya rêveberiya Kabulê di encama êrişeke taybet a mûcahîdan de hatiye kuştin” .

Talîbanan di daxuyaniya xwe ya roja Çarşemê dayî de ragihandibû ku wê li ser bersivdayîna êrişa hewayî ya Efganistanê wê êrişên li ser rayedarên hikûmetê yên asta jor pêk bînin.

Di rojên dawî de artêşa Efganistan û Amerîka li gelek bajarna êrişên ku pêşveçûna Telîbanan asteng dike kirine.

Talîbana roja Sêşemê li dijî mala Wezîrê Parastinê lbîsmîllah Muhemedî êli Kabulê êrişek kiribû û ew êriş girtibû ser xwe. Di vê êrişê de 8 kes miribûn, Wezîr Muhemdî rizgar biribû.