Rojnameyên erebî: Dan û standinên li Derayê bê encam in

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Derayê û rewşa Lîbya û Îranê kir.

Rojnameyên erebî: Dan û standinên li Derayê bê encam in
6 tebax, 2021   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI DERAYÊ MOSKOV HEWL DIDE ÇARESERIYEKE AŞTIYANE BIBÎNE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de behsa rewşa Derayê kir û wiha nivîsî: “Piştî her geşedanekê li Derayê dan û standin tên kirin, lê belê heta niha rejîma Sûriyê û komîteyên dan û standinan negihîştine lihevkirinekê. Ev yek nîşan dide  ku li parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyê hîna metirsî û stres serwer in. Rayedarekî Rûsî ragihand ku Moskov hewl dide li Derayê bigihêje çareseriyeke aştiyane.

Vê dawiyê rejîma Sûriyê herêmên ku jê tevger li dijî wê tên kirin, hedef girtin. Rejîmê hemû pêşniyarên dan û standinan ku ne li gorî daxwazên wê ne, red kirin û serweriya xwe li hemû herêman ferz kir. Vê yekê rewşa li başûrê Sûriyê aloztir kir. Rejîma Sûriyê li Derayê hemû pêşniyarên komîteya dan û standinan ên Dera El-Beled red kirin û dibêje ku ger şertên wê yên koçberkirina şêniyan û avakirin nuqteyên leşkerî li seranserê bajêr pêk neyên, ew neçar e ku hêza leşkerî bi kar bîne.

Çavkaniyên herêmî ji Derayê gotin ku hemû komîteyên dan û standinan ên li gundewarên rojhilat û rojava û fermandariya Feyleqa 5`an a li başûrê Sûriyê, duh piştî nîvro li bajarê Tefes ê rojavayê Derayê civîneke berfireh li dar xistin. Armanc ji civînê ew e ku nêrînên xwe bikin yek û bigihêjin lihevkirineke giştî ku Dera El-Beled biparêze.

Çavkaniyan daxuyand ku çekdarên herêmî duh erebeyeke leşkerî ya girêdayî hêzên rejîma Sûriyê hedef girtibû û hemû endamên tê de hatin kuştin û birîndarkirin.

Hêzên rejîmê sewqiyetên leşkerî û di nav de wesayitên leşkerî û tank, şandin cihê bûyerê û derdora bajarokên Nahite, Besir Herîr û Milêhe El-Eteş. Ew bajarok piştre hatin topbarankirin û şênî ji tirsa operasyona leşkerî ya rejîma Sûriyê koçber bûn.

Li gundewarê rojavayê Derayê jî duh piştî şerên dijwar di navbera çekdarên herêmî û hêzên rejîmê yên li benda kontrolê ya li herêma El-Bekar, deverên Zêzûn û El-Ecemî duh hatibûn topbarankirin. Li Dera El-Beled jî rageşî dewam dike, taxên sivîlan tên topbarankirin û hêzên Furqeya 4`an hewl didin bikevin wan taxan.”

‘LI LÎBYAYÊ HEWLDANÊN BICIHKIRINA MÎLÎSAN DI SAZIYÊN DEWLETÊ DE’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Serokê hikumeta yekitiya nîştimanî ya Lîbyayê Ebdulhemîd Debîbe hewl dide mîlîsên çekdar di saziyên dewletê de bi cih bike. Debîbe name ji wezîrên karên hundirîn, aboriyê, bazirganiyê, kar, perwerde û ciwanan re şandin û perspektîf dan ku divê rêveberiyên têkildar û her pênc wezaretên wê bi komîteya birêxistinkirin û şopandina “hêzên piştevan” re bicivin.

Debîbe beriya du rojan li avahiiya wezareta parastinê bi komîteya bi navê şopandin û birêxistinkirina hêzên piştevan a bi serokatiya lîwa Mihemed Şabon re tevî hin wezîrên din, civiyabû.

Li gorî navenda ragihandinê ya serokatiya hikumetê, komîteyê di civînê de pêşniyar kiriye ku hêzên piştevan “mîlîs” di saziyên leşkerî, polîs û sivîl de bên bicihkirin.

Çavdêr dibînin ku yek ji astengiyên li pêş projeya bicihkirina mîlîsan di saziyên dewletê de ew e ku hejmareke mezin ji çekdaran ên destên wan di sûcên li dijî sivîlan û saziyên dewletê de hene û di salên dawîn de ji cezayan filitîne. Her wiha hin kes ji wan destê wan di karên terorê, şerê li dijî artêşê û saziyên dewletê yên li herêma rojhilat û başûr de, hene.

Bicihkirina wan mîlîsan û komkirina çekan dê bi zexta hikumetê û aliyên navneteweyî be û kesên ku bicihbûna di saziyên dewletê de red bikin û bixwazin wekî komên li derveyî qanûnê bimînin, dê cezayên mezin li wan bên ferzkirin.”

‘AXAFTINA REÎSÎ YA DI MERASÎMA SONDXWARINÊ DE NAKOK BÛ’

Têkildarî rewşa li Îranê piştî hatina Reîsî, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Di axaftina serokê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî ya di rûniştina sondxwarina li ser destûrê de, nakokî hebûn. Wî di mijara rakirina cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê de behsa şer kir, di mijara avakirina baweriyê bi welatên cîran re jî behsa dîplomsiyê kir. Xuya bû ku serokê nû ketiye bin bandora xwepêşandanên dawîn ên li welêt û rêbazên bersivdayîna bangewaziyên xwepêşandêran.”

Reîsî li pêş parlamantoyê û şandeyên biyanî got: “Gelê Îranê pêşbîn dike ku hikumeta nû rewşa jiyanî baş bike, divê hemû cezayên Amerîkayê yên neqanûnî li ser Îranê bên rakirin. Em soz didin ku xizmeta welat bikin û têkiliyên xwe bi welatên cîran re baş bikin. Hikumeta nû dê rewşa aborî baş bike û pirsgirkên welêt çareser bike.”

(cx)