Nîhad Ehmed: Armanca kêmkirina ava Firatê têkbirina Rêveberiya Xweser e

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan şerê gelê Kurd dike, armanc ji kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê ew e ku derbeyekê li Rêveberiya Xweser bixe û gelê herêmê tî bihêle. Ehmed bang li rêxistinên mirovî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk bisekinin.

Nîhad Ehmed: Armanca kêmkirina ava Firatê têkbirina Rêveberiya Xweser e
6 tebax, 2021   08:53
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk kêmkirina ava çemê Firatê ji destpêka salê ve didomîne. Vê yekê bi awayekî neyînî bandor li jiyana bi milyonan welatiyên Sûriyê û Iraqê kir.

Ji ber kêmkirina ava çemê Firatê û qutkirina ava stasyona Elokê ku ava vexwarinê dide bajarê Hesekê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava karesateke mirovî de dijî û li beramberî vê yekê jî civaka navneteweyî bê deng e.

Dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê kêm kiriye û li şûna ku di her 1 xulekekê de 500 metrekabik be, di her 1 xulekekê de 200 metrekabik avê berdide.  Bi vê yekê peymana di navbera wê, Sûriyê û Iraqê de ya sala 1987`an binpê dike..

‘DEWLETA TIRK BI HEMÛ RÊBAZAN ŞERÊ GELÊ KURD DIKE’

Têkildarî mijarê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed got dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd li her derê qir bike û tune bike. Nîhad Ehmed wiha domad: "Dewleta Tirk piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê û piştî ku DAIŞ li bajarê Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çû, êrişên li dijî gelê Kurd zêde kirin. Ji ber ku dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî Kurdan de bi bin ket ku tê de çeteyên DAIŞ`ê wek pardeyekê bi kar anîn."

Nîhad Ehmed destnîşan kir ku piştî dewleta Tirk bi awayekî yekser destwerdana xaka Sûriyê kir, hin herêmên wê dagir kirin lê nikarî îradeya gelê herêmê bişkîne. Ji ber wê siyaseta xwe li hember gelê herêmê guherand û şerê taybet li dijî herêmê meşand.

Her wiha Ehmed behsa rêbazên şerê taybet kir ku dewleta Tirk bi wan şerê gelê herêmê dike û got dewleta Tirk dixwaze bi rêya kêmkirina ava çemê Firatê û qutkirina ava stasyona Elokê gelê herêmê tî bike û îradeya wan bişikîne.

Ehmed piştast kir ku li gorî qanûnên navneteweyî dewleta Tirk a dagirker nikare bi vî awayî avê ji ser gelekî kêm bike yan jî qut bike û ew bi vê yekê hemû qanûnên navneteweyî binpê dike.

Ehmed bi van gotinan axaftina xwe domand: "Ji ber dewleta Tirk nikaribû projeya neteweya demokratîk têk bibe ku nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, îro dixwaze bi rêya qutkirina avê û berdewamkirina êrişên rojane yên li ser herêmên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevliheviyê di navbera rêveberiyê û gel de derxe. Bi vê yekê jî dixwaze Rêveberiya Xweser têk bibe."

Nîhad Ehmed diyar kir ku gelê herêmê siyasetên dewleta Tirk ên li dijî herêmê nas dikin ku dixwaze destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser têk bibe û hilweşîne. Ji ber vê yekê jî gelê herêmê ji planên dewleta Tirk re hişyar e.

BÊDENGIYEKE NAVNETEWEYÎ YA LI HEMBERÎ SÛCÊN DEWLETA TIRK

Nîhad Ehmed bang li rêxistinên mirovî kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê re dayne û got divê civaka navneteweyî erkên xwe yên li hember gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Nîhad Ehmed bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Ji ber qutkirina avê, bandoreke neyînî li ser herêmê çêbûye û êdî gel bi gelek xetereyan û karesateke mirovî re rû bi rû maye. Divê hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî hewl bidin sûcên dewleta Tirk rawestînin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IgqAs1_hQlA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>