DYA’yê tevgerên Îranê wek dijminane wesifandin

DYA`yê ji ber tevgera Îranê ya zêde hişyarî da û piştrast kir ku ew û civaka navneteweyî ji ber tevgera wê ya dijminane metirsîdar in.

DYA’yê tevgerên Îranê wek dijminane wesifandin
6 tebax, 2021   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Koşka Spî Jenneifer Rene Psaki ji tora El-Erebeye El-Hedes re axivî û got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û civaka navneteweyî ji ber tevgera zêde ya Îranê metirsîdar in.

Girêdayî êrişên li ser keştiyan ku DYA`yê bi pêkanîna wan Îran tawanbar kiriye, Psaki got ev tevgera dijminane li dijî azadiya deryavaniyê ye û li ser gelek welatên cîhanê xetere ye. 

Beriya vê daxuyaniyê Psaki piştrast kiribû ku Îsraîl azad e ku biryaran li dijî Îranê bide.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz jî gotibû welatî wî amade ye êrişî Îranê bike. Gantz ji dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê re got: “Em di pêvajoyekê de ne ku divê li dijî Îranê li ser asta leşkerî tev bigerin. Divê cîhan niha li dijî Îranê tedbîran bigire.”

Îsraîlê berpirsyariya êrişa li dijî keştiya Mercer Street kir stûyê Îranê. Gantz der barê êrişê de balyozên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyiyê agahdar kir ku Said Arjani berpirsê bûyerê ye ku berpirsê yekîneya dronan a Pasdarên Îranê ye.

(şx)