Nivîskarên beşdarvan pêşangeha Şehîd Herekol çawa nirxandin?

Nivîskarên ku tev li 5`emîn pêşanga Şehîd Herekol a pirtûkan bûn, piştrast kir ku ji bo belavkirina çanda xwendinê di nava civakê de pêşengeh gelek girîng e, lê nirxên kirîna pirtûkan pir biha bû. Her wiha diyar kir ku tu ferq di navbera pêşengeha îsal ya par de tune bû.

Nivîskarên beşdarvan pêşangeha Şehîd Herekol çawa nirxandin?
6 tebax, 2021   07:49
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Di pêşengeha Şehîd Herekol de zêdetirî 13 hezar pirtûk bi gelek zimanên mîna Erebî, Kurd, Tirkî, Farisî, Ingilîzî û Fransî hatin pêşandan. Tê de 44 çapxane ji Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û ji gelek dewletên ereban mîna Lubnan, Misir, Tunis û Îmaratê beşdar bûn.

Pêşengeh di 29`ê Tîrmehê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê bi serpereştiya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û rojhilatê Srûiyê bi dirûşma “Pirtûk rehjena jiyanê ye” dest pê kiribû. Pêşangeh duh bi dawî bû.

`GIRÎNGIYEKE PÊŞANGEHÊ YA MEZIN HEYE`

/kr/uploads/files/2021/08/06/075044_-.webp

Nivîskar Efaf Heskê bi pirtûkeke helbestan tev li pêşangehê bûbû, Efaf destnîşan kir ku pêşangeha Şehîd Herekol ji bo nivîskar û helbestvanan nimune ye û wiha domand: “Di pêşengeha îsal de, di aliyê nivîsandin û xwendinê de hêz û israr hebû. Ji bo me nivîskar û helbestvanan pêşangeh gelek girîng e.”

Efaf piştrast kir ku di pêşangehê de gelek pirtûkên wêjeyî, felsefî û dîrokî hatin pêşandan û diyar kir ku bi rêya pêşangehê gelek pirtûk nas kirin û di gelek waran de sûd jê girtin.

Efaf gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Bi xwendinê em dikarên asoyên xwe firehtir bikin. mirov dikare xwe nas bike û ava bike. Gelek jin û helbestvanên jin bi berhemên xwe yên sûdwer tev li pêşangehê bûn. Jinan li Rojava gelek astengî derbas kirin da ku binivîsin.”

Efaf da xuyakirin ku têkilî bi gelek nivîskar û helbestvanên jin ên li Rojhilata Navîn re danîne da ku di bin banê wêjevanan de li hev bicivin. Efaf di axaftina xwe de ev peyam da: “Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêkanîna armancên xwe, têkoşiyan û li ber xwe dan. Ji ber wê em ê piştgiriya wan bikin heta ku dengê jinan ragihînin hemû cîhanê û di pêvajoya xwe ya wêjeyî de hemû astengiyên li pêşiya xebatên xwe derbas bikin."

`XEWN DI PEŞANGEHA ŞEHÎD HEREKOL DE PÊK TÊ`

/kr/uploads/files/2021/08/06/075107_-.webp

Girêdayî heman mijarê nivîskar Merwan Berekat ê ji Efrînê ku bi 7 pirtûkên cihereng tev li pêşangehê bûye, got ji bo Kurdan xewnek bû ku pirtûkên kurdî di pêşangehan de bidin pêşandan û wiha pê de çû: “Ev xewn niha pêk tê. Tevlêbûna me ya ji pêşangehê re cihê serfirazî û serbilindiyê ye.”

Têkildarî cudabûna di navbera dewreya 5`an a pêşangeha Şehîd Herekol û dewreyên berê de, Berekat got: “Bi rastî tu cudabûn tune ye. Îsal serdanvanên pêşangehê ji bo pirtûkên kurdî ji sala par kêmtir bûn. Lê nizanim sedema wê çi ye?”

Berekat der barê dîroka lidarxistina pêşangehê de nêrîna xwe wiha parve kir: “Gelek çapxane tev li pêşangehê bûn. Lê bi nêrîna min lidarxisitna pêşangehê di Tîrmehê de bi awayekî neyînî bandor li pêşangehê kir, ji ber ku pileyên germahiyê di vê mehê de pir bilind dibe. Ji ber wê di danê êvarê de serdanvanên pêşangehê zêde dibin. Ez pêşniyar dikim ku pêşangeh di Biharê de were lidarxistin. Ev yek dê ji bo nivîskaran û heta serdanvanan jî guncavtir be.”

Merwan Berekat piştrast kir ku divê pêşangeh salane li dar nekeve, lê belê asayî be û li hemû bajar û navçeyên herêmê li darkeve da ku çanda xwendinê bi awayekî bêtir di nava şêniyan de belav bibe. Berekat îşaret pê kir ku çendîn teknolojî bi pêş keve jî, lê nakeve şûna xwendina pirtûkan.

`NIRXÊN PIRTÛKAN PIR BIHA NE`

/kr/uploads/files/2021/08/06/075132_-.webp

Helbestvan Meryem Temir jî diyar kir ku ev 5 sal in pêşangehê dişopîne û îsal bi du pirtûkan tevlê bûye. Têkildarî pêşangehê ev tişt anî ziman: “Di rastiyê de pêşangeha îsal bi hebûna gelek pirtûkan û bi tevlêbûna gelek çapxaneyan ji hemû parçeyên Kurdistanê û gelek welatên Ereban gelek taybet û cihêreng bû.”

Meryem Temir bal kişand ser cureyên pirtûkên ku hatine pêşandan û got: “Pirtûk xweş bûn û çapkirin baş bû. Li gorî min cihê pêşangehê gelek teng e. Pileya germahiyê ya cih gelek bilind e. Li gorî jêdera qûta şêniyan, nirxên pirtûkan gelek biha bûn. Piraniya şêniyên herêmê nikarin pirtûkan bi vê buhayê bikirin. Ji ber wê dibe ku rêjeya xwendina pirtûkan ji ber vê sedemê kêm e.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ffUV9DaRK7M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>