Çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî bûn

Çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 5'emîn bi xelatkirina nivîskar, xwendekar û weşanxaneyan bi dawî bûn.

Çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî bûn
Çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî bûn
Çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî bûn
Çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî bûn
Çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî bûn
5 tebax, 2021   19:12
QAMIŞLO

Çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 5'emîn a 27'ê Tîrmehê bi diruşma "Pirtûk  rehjena jiyanê ye" dest pê kir. 44 weşanxane ji tevahî Kurdistanê, gelek dewletên Ereban mîna Tûnis, Lubnan, Şam, Îmarat, Misir û Iraq, her wiha ji Îtalyayê beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de 130 hezar pirtûk û 13 nivîs bi mijarên cûda bi zimanê kurdî, erebî, tirkî, farisî, îngilîzî û fransî hatin pêşandan. Her wiha 200 pirtûk (120 bi zimanê kurdî û 80 bi zimanê erebî) hatin çapkirin.

Weşanxane li gorî sîstema pirtûkxaneyan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêx ya Qamişloyê hatin birêxistinkirin, ji bo her weşxanxaneyek aliyek hate veqetandin da ku karibin berhemên xwe bidin pêşandan. Her wiha beşek ji pirtûkên hiqûqî, beşek taybet ji bo pirtûkên xwendekarên Zanîngeha Rojava, her wiha beşek taybet ji bo zarokan hatin diyarkirin.

Di çalakiyên ku 8 rojan dewam kirin de, semînerên bi mijarên cûda hatin dayîn, pêşangehek wêneyan hate vekirin, her wiha belgefîlmeke bi navê Waşûkanî ji aliyê Navenda Şopbdarên Rojê ve hate pêşandan.

Pêşangeh bi elaqeyeke mezin hate nîşandan. Lê hin aliyan ji ber bilindbûna nirxê pirtûkan gazincên xwe anîn ziman.

Pêşangeh îro bi belavkirina xelatan li nivîskar, xwendekar û weşanxaneyan bi dawî bû.

ANHA