Komkujiya li gundê Sefawiyê li Hîşayê hate şermezar kir

Şêniyên bajarokê Hîşa yê Eyn Îsayê komkujiya li gundê Sefawiyê şermezar kir û gotin, civaka navneteweyî û Rûsya ya garantor ji komkujiyê berpirsyar in.

Komkujiya li gundê Sefawiyê li Hîşayê hate şermezar kir
Komkujiya li gundê Sefawiyê li Hîşayê hate şermezar kir
Komkujiya li gundê Sefawiyê li Hîşayê hate şermezar kir
Komkujiya li gundê Sefawiyê li Hîşayê hate şermezar kir
Komkujiya li gundê Sefawiyê li Hîşayê hate şermezar kir
Komkujiya li gundê Sefawiyê li Hîşayê hate şermezar kir
5 tebax, 2021   17:53
EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên bajarokê Hîşa yê girêdayî navçeya Eyn ÎSayê bi meşekê komkujiya ku dewleta Tirk û çeteyên wê li gundê Sefawiyê li dijî malbatekê pêk anîbû şermezar kir.

Meş ji pêşiya avahiya Şaredariyê ya aliyê rojhilat ber bi rojavayê bajarokê ve dest pê kir.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bi têkoşîn, îsrar û piştgiriya bi hevalên me yên li Eyn Îsayê re em ê teqez bi serkevin", "Na jî faşîzma Tirkiyê re", "Jin Şoreşa Rojava diparêze" û wêneyên şehîdên komkujiya li Sefawiyê hatin vekirin. Her wiha diruşmên "Qatil Erdogan û bijî berxwedana QSD'ê" hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya meclisa bajaroka Hîşe rawestiya, bi navê meclisê Xelîl El-Îsa axivî û komkujiya li Sefawiyê şermezar kir û got: "Civaka navneteweyî û Rûsya ya garantor bi bêdengiya xwe ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk berpirsên vê komkujiyê ne, ji ber ew berpirsê pêkanîna biryarên navneteweyî ne ku hedefkirina sivîlan qedexe dikin."

El-Îsa bang li rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan rawestînin.

Bi navê PYD'ê Kurdiya Bozan komkujî bi "Wehşiyet" bi nav kir û bang li hemû jinên cîhanê kir ku li hemberî komkujiyên li dijî sivîlan rabin.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana QSD û "Qatil Erdogan" bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yCBiqJXabvg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>