Li Dêrikê şehîd hatin bibîranîn

94 cangoriyên azadiyê yên mehên Hezîran û Tîrmehê yên Dêrikê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Li Dêrikê şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrikê şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrikê şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrikê şehîd hatin bibîranîn
5 tebax, 2021   13:41
QAMIŞLO

Merasîmê bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve li stada Kornîş hate lidarxistin.  Malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl û şêniyên Dêrikê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê nasnameyên şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hatin xwendin.

Di merasîmê de ji rêveberên PYD`ê şaxê Girkê Legê Diyar Hesen axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan, da.

Hisen diyar kir ku divê her kes erkê xwe weke rêxistinkirina civakê, berpirsiyarî û parastina destkefiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, pêk bînin.

Paşê sînevizyon der barê dîrok û têkoşîna 94 şehîdan hate pêşandan.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bx)

ANHA