3 kesan ku xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin hatin îşkencekirin

3 kesên ku xwestin ji gundê Til Bişkê yê Tirbespiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê pasvanên sînor ên dewleta Tirk ve bi giranî hatin îşkencekirin û vegerandin Rojava.

3 kesan ku xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin hatin îşkencekirin
5 tebax, 2021   14:36
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin,  5'ê Tebaxê şev seat 01.30'an  kesan xwestin bi rêya qaçaxî ji gundê Til Bişk ê girêdayî Tirbespiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Lê piştî derbasbûnê her sê  ji aliyê pasevanên sînor ên dewleta Tirk ve hatin girtin.

Hate diyarkirin ku 3 kesên ku hatin girtine ji aliyê hêzên ewlekariyê yê dewleta Tirk ve bi giranî hatin îşkencekirin û sibeta saet 05:00'an careke din ew sînorê avêtin Rojavayê Kurdistanê.

Navê kesên ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirk ve hatine girtin û îşkence li wan hatiye kirin wiha ne: Hizên Selahedîn Mihemed, Ciwan Cuma Çolo û Faris Ebdurehman Hiso.

ANHA