Meclisên kantona Qamişlo: Komkujiya li Eyn Îsayê berdewamkirina qirkirinê ye

Meclisên kantona Qamişlo komkujiya ku dewleta Tirk li dijî malbatekê li Eyn Îsayê pêk anî şermezar kir û got ew sûc berdewamiya qirkirinê ye.

Meclisên kantona Qamişlo: Komkujiya li Eyn Îsayê berdewamkirina qirkirinê ye
Meclisên kantona Qamişlo: Komkujiya li Eyn Îsayê berdewamkirina qirkirinê ye
Meclisên kantona Qamişlo: Komkujiya li Eyn Îsayê berdewamkirina qirkirinê ye
Meclisên kantona Qamişlo: Komkujiya li Eyn Îsayê berdewamkirina qirkirinê ye
Meclisên kantona Qamişlo: Komkujiya li Eyn Îsayê berdewamkirina qirkirinê ye
Meclisên kantona Qamişlo: Komkujiya li Eyn Îsayê berdewamkirina qirkirinê ye
Meclisên kantona Qamişlo: Komkujiya li Eyn Îsayê berdewamkirina qirkirinê ye
Meclisên kantona Qamişlo: Komkujiya li Eyn Îsayê berdewamkirina qirkirinê ye
5 tebax, 2021   11:16
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker duh malbatek li navçeya Eyn Îsayê hedef girt û di encama wê de bav û 3 zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan.

Têkildarî mijarê sazî û meclisên kantonên Qamişlo ev komkujî bi daxuyaniyên cûda şermezar kir.

Meclisa bajarê Qamişlo li pêşiya meclisa bajêr daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa bajêr Silêman Ebû Bekir ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de komkujiya Eyn Îsayê û hemû komkujiyên ku dewleta Tirk pêk tîne hate şermezarkirin û bang li rêxistinên mafên mirovan û azadiyan hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û dewleta Tirk bisekinînin.

Her wiha hate destnîşankirin ku rêzesûcên ku dewleta Tirk li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne nimûneya binketina planên wê yên berfirehkirinê di aliyê siyasî û leşkerî de ye û ji ber wê jî sivîlan dike hedef.

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewletên garanetor li Sûriyê û di serî de hikûmeta Şamê û Rûsyayê her wiha hemû rêxistinên hiqûqî û civaka navneteweyî berpirsa komkujiyên ku têne kirin.

AMÛDÊ

Meclisa navçeya Amûdê jî daxuyaniyek li pêşiya meclisa navçeyê da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisê Mihemed Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk hate şermezarkirin û hate gotin ew êrişeke dijmihanî ye, siyaseta qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî gelên herêmê pêk tîne paşguhkirineke ber bi çav ji hemû nirx û pîvanên navneteweyî re.

TIRBESPIYÊ

Meclisa navçeya Tirbespiyê jî di vê der barê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisa navçeyê Mihemed Hecî Ferhan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hikûmeta Şamê û Rûsyayê hatin tawanbarin kir ku hevkarin dewleta Tirk û çeteyên wê ne, şerê taybet li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin û êrişî sivîlan dikin.

GIRKÊ LRGÊ

Daxuyaniya Meclisa Girkê Legê, ji aliyê endamê meclisa navçeyê, Xalid Osman ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Sûcên dagirkeriya Tirk qirkirina hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina ewlehî û aramiyê ye."

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Kiryarên wan israr û berxwedana me zêde dike, ji vir em vê destdirêjiya ku li pêş çavên civakê pêk tê şermezar dikin û em bang li hemû rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan dikin ku li hember van êrişan bisekinin. "

TIL KOÇER

Her wiha meclis û saziyên Rêveberiya Xweser ên li navçeya Til Koçer jî bi riya daxuyaniyekê li pêşiya meclisa navçeyê, kiryarên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan şermezar kirin.

Daxuyaniya ku ji hêla hevseroka meclisa navçeya Til Koçer, Sade El-Xelef ve hatî xwendin, wiha hate gotin: "Divê gelê me bi hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê me yê li Eyn Îsa û Til Temrê li ber xwe bidin da ku serkeftinê bi dest bixin."

DÊRIK

Di heman çarçoveyê de, bi dehan endamên saziyan li pêşiya meclisa navçeya Dêrikê kom bûn. Endamê meclisê Mutî Elî daxuyaniya meclisê xwend. "

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane sivîlan li Bakur û Rojhialtê Sûriyê dikin hedef û bûyerên kuştinê li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê berdewam in.

Meclis diyar kir ku dagirker armanc dike ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.   Meclisê di daxuyaniyê de piştrast kir ku dewleta Tirk ji van êriş û sûcên ku pêk tîne armanc dike şêniyan bide koçberkirin û demografiya herêmê biguherîne. Meclisê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van sûcan şermezar kir.

Meclisê di dawiyê de pêwîstiya girêdana bi axê û berxwedanê ve piştrast kir.

TIL BIRAK

Meclisa navçeya Til Birakê bi heman mebestî daxuyanî da û tê de êrişa dijminane ya dewleta Tirk a li dijî herêma Eyn Îsayê şermezar kir.

Hevseroka meclisa navçeya Til Birakê Emîne Xelîf daxuyanî xwend û bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî, saziyên navneteewyî û Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya kir ku mudaxele bikin û van sûcan rawestînin.

 TIL HEMÎS

Meclisa navçeya Til Hemîsê jî daxuyanî da. Hevserokê meclisê Xalid El-Ebdullah daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê xwend. El-Ebdullah di dauxyaniyê de bang kir ku komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên herêmê rawestin û koçber vegerin warên xwe.

(şx)

ANHA