​​​​​​​Kongreya Star a Girê Spî komkujiya gundê Sefawiyê şermezar kir

Kongra Star a kantona Girê Spî, bi daxuyaniyekê komkujiya gundê Sefawiyê ya ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve pêk hat, şermezar kir.

​​​​​​​Kongreya Star a Girê Spî komkujiya gundê Sefawiyê şermezar kir
5 tebax, 2021   11:44
EYN ÎSA

Di nava rêze sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de, duh dewleta Tirk komkujiyek li dijî malbateke ji gundê Sefawiyê ya gundewarê rojhilatê Eyn Îsayê pêk anî. Di encamê de bav û 3 zarokên wî şehîd bûn û hevjîn û keça xwe wî bi giranî birîndar bûn.

Der barê vê yekê de, Kongreya Star daxuyaniyek da ku ji aliyê berdevka Kongreya Star a Girê Spî Dîlan Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujiya li dijî malbata Zêdan Xelef El-Îsa hate şermezarkirin û ev yek weke sûcekî hovane hate binavkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin garantor Rûsya û hikumeta Şamê berpirsên vê komkujiyê ne.

Di dawiya daxuyaniyê de, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî hate kirin ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku sûcên xwe yên ku rojane li dijî sivîlan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, bisekîne.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SEkbpVYb9p8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>