Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişan da: 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku çarçoveya parastina rewa de û bersivdayîna êrişên hêzên dagirker ên li ser gundewarê navçeya Til Temirê, hêzên wan baregeheke dagirkeran hedef girt.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişan da: 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn
5 tebax, 2021   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, têkildarî êriş û topbarana dawî ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundewarê navçeya Til Temirê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.  

Di daxuyaniyê de hate gotin:"Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrişên xwe yên topbaranê li ser gundewarê Til Temir zêdetir kirine. Di roja 4`ê Tebaxê jî ev êriş li ser gundê Dirdara bi awayekî dijwar berdewam kir.

 Di wan topbaranan de bi taybetî malên sivîlan û dibistanên gundan hatin hedefgirtin. Ji ber vê yekê şervanên me di çarçoveya parastina rewa de, di roja 4`ê Tebaxê di saetên êvarê de, dagirkerên ku li Girê Menax bi cih bûbûn hedef girtin. Di vê çalakiyê de seyareyek leşkerî hat ruxandin, 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.

Topbaran û tevgera balafirên keşfê li ser herêmê berdewam dike. Di wan topbaranan de 2 leşkerên artêşa Sûriye û jinek bi navê Fiteyim Qetûf El Elî brîndar bûn. Çeteyên dagirker her wiha ji bo hêzên xwe yên ser sînor teqiwiye şandine û amadekariyên êrişê dikin."

(kc)