Li Xezayê çi dibe?

Îsraîl rawestandina xebatê dergehên bi Xezayê re û qexekirina derbaskirina kelûpelan û bi taybet madeyên lêkirina avahiyan, dewam dike. Ev yek bandorê li hemû aliyên jiyanê li Xezayê dike û nîşaneya vegera şerê di navbera komên Filistînê û Îsraîlê ji nû ve dide.

Li Xezayê çi dibe?
5 tebax, 2021   08:26
XEZA- UMER MÛSA

Rageşiya li Xezayê hêdî hêdî zêde dibe. Piştî zêdetirî du mehan ji bidawîbûna şerê dawîn ê Îsraîlê li dijî Xezayê, Îsraîl rawestandina xebatê dergeha Kerem Ebû Salim ku dereha bazirganiyê ya yekane bi Xezayê re ye, dewam dike û nahêle ku pêdiviyên lêkirina avahiyan û madeyên pêwîst ji bo xebatên jinûve avakirinê derbas bibin.

Her wiha cure û miqdara kelûpelên ku dê bên derbaskirin, diyar dike. Li aliyekî din derbasbûna pereyên ku Qeter mehane dide malbatên xizan ên Xezayê, asteng dike.

Siyaseta Îsraîlê, ji sûkan bigire û heta xebatên jinûve avakirinê ku dosyaya sereke ya mayî ye piştî şerê dawîn, bandor li hemû aliyên jiyanê li Xezayê kir.

Li hemberî wê yekê, komên Filistînê gurupên gelêrî yên girêdayî xwe li ser sînor ji nû ve xist meriyetê. Di vê çarçoveyê de, bombeyan ji nû ve ber bi avahiyên niştecihbûnê yên Îsraîlê yên nêzî Xezayê ve avêt. Ji ber wê yekê, şewatên berfireh çêbûn. Ev gav nîşan dide ku komên li Xezayê bi îsrar in ku detspêkê bi rêya amûrên xwe yên gelêrî, zextê li ser Îsraîlê zêde bikin.

Li aliyê din, Îsraîl her tim gefa bersivdayîna leşkerî li dijî bombeyên ku tên avêtin dixwe. Dibe ku di dawiyê de bersivdayîn ji aliyê wan komên li Xezayê ve çêbibe û moşek ji Xezayê bên avêtin. Bi vê yekê, dibe ku şerê di navbera her du aliyan de jinûve rû bide û ji şerê dawî dijwartir be.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Telal Ewkel têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku nîşaneyên şer li asoyan xuya dikin. Her wiha diyar kir ku pirsa di vê qonaxê de ev e, gelo wê kîjan alî û kengî dest bi şer bike?

Ewkel dibêje ku komên li Xezayê nikarin zêdetir sebir bikin ji ber ku dosyayên aramkirinê yên girîng wekî jinûve avakirin û sivikkirina dorpêça li ser Xezayê, hatine astengkirin û wiha domand: “Vegera şer dê rewşê wekî berê vegerîne, nexasim di demekê de ku navbeykar wekî Qeter, Misir, Amerîka û NY`yî piştgiriya agirbestê dikin.

Lê belê tiştê ku vê carê cuda ye, ew e ku girankirina dorpêçê û zexta li ser Xezayê piştî şer girêdayî hikumeta rastgir a nû ya Îsraîl ye."

Ewkel da zanîn ku berê Netanyahu hewl dida ku parçebûna Filistînê û dosyayên din ên zexta hundirîn a Filistînê mayînde bike û zextê û sivikkirinê li ser Xezayê di demên cuda de, berdewam bike û wiha nixandina xwe domand: “Lê belê, xuya ye ku hikumeta nû nema vê rêbazî bi kar tîne û biryar daye ku zexta li Xezayê bi rengekî cudatir dewam bike."

Ewkel dûr nabîne ku li Xezayê şerekî nû dest pê bike û wiha dibêje: “Lê diyar e ku Îsraîl jî ne bi vegera şerê bi Xezayê re ye. Ji ber wê di demên pêş de tedbîrên girêdayî karê dergehan, derbaskirina kelûpelan û pêdiviyên jinûve avakirinê, sivik bike.”

Ewkel destnîşan kir ku dibe komên li Xezayê naxwazibin şer ji Xezayê dest pê bike û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Lê belê li kêleka çalakiyên hişk ên gel li ser sînorê Xezayê, hewl dide ku rewşê li Dîfa Xerbeiyê, Qudsê û herêmên din aloz bike.”

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Telal Ewkel diyar kir ku komên li Xezayê wê dest bi şer nekin, ji ber ev tevger dê zirarê bide têkiliyên wê bi Misirê û navbeynkarên din ên doza aramkirinê re û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Komên li Xezayê berpirsên parastina vê têkiliyê ne, bi taybet di vê qonaxê de.”

(cx)

ANHA