​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hişyariyên li ser serweriya Îranê li ser Dera

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, Lubnan û Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hişyariyên li ser serweriya Îranê li ser Dera
5 tebax, 2021   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

'RÛSPIYÊN DERA EL-BELED HIŞYARÎ JI HEWLDANÊN ÎRANÊ KU BAŞÛRÊ SÛRIYÊ BIXE BIN  SERWERIYA XWE, DA'

Têkildarî mijarê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Komîteya danûstandinê li Dera El-Beled duh daxuyaniyek da û tê de hişyarî ji ber projeya serweriya Îranê li ser başûrê Sûriyê da û bal kişand berdewamiya dorpêça bajarê Dera El-Beled ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê û komên Îranê yên alîgirên wê ve. Li gorî daxuyaniyê piştî ku bajêr tev li şanoya hilbijartinên serokatiyê ku di demên dawî de li Sûriyê hate lidarxistin nebû, dorpêç hate ferzkirin.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de bang li dewletên çalak di dosyaya Sûrî de ku Rûsya ya garanetor NY û Nûnerê Navneteweyê yê taybet li Sûriyê Geir Pedersen jî di nav de, kir ku dorpêça ku ji aliyê hikumeta Şamê û komên radîkal li ser bajarê Dera El-Beled tê ferzkirin, rake û rê nedin ku êriş li dijî bajêr werin kirin.

Komîteyê piştrast kir ku şêniyên Dera El-Beled û herêmê dorpêçkirî şidetê naxwazin û destekê didin çareseriya aştiyane.

MACRON ÊRIŞÎ ÇÎNA SIYASÎ YA LUBNANÊ KIR

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb got: "Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi boneya kongreya komkirina alîkariyê ji bo Lubnanê, bi tundî êrişî çîna siyasî ya Lubnanê kir. Macron got wê destekdayîn ji tu kesî re neyê pêşkêşkirin. Bi vê yekê Fransa diyar dike ku ew di mijara cezayan de bi îsrar e da ku siyasetmedarên Lubnanê neçar bike ku destekê bide hikumeta sererastkirina aborî."

Macron got siyasetmedarên Lubnanê binkeftî ne û pişta xwe dane"Stratejiya dirêjkirinê" û ev yek jî binkeftineke dîrokî û exlaqî ye.

'KIRYARÊN IXWANAN NÎŞANEYA VEGERA PARÇEBÛNA DI NAVBERA ROJHILAT Û ROJAVAYÊ LÎBYAYÊ DE YE'

Di çarçoveya rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha got: "Di rojên dawî de li Lîbyayê gelek bûyeran rû da ku welat ber parçebûna di navbera rojava û rojhilatê Lîbyayê de dibin.

Ev yek jî ji aliyê koma Ixwan a terorîst ve tê kirin. Heta niha çarenûsa serokê dîwana hikumeta yekitiya niştîmanî ya Lîbyayê ku di duşema borî de ji bo kar berê xwe dabû Terablusê û hatibû revandin, ne diyar e.

(bx)