Dewleta Tirk li Zirganê dibistaneke zarokan topbaran kir

Duh dewleta Tirk a dagirker dibistana gundê Til El-Werd a navçeya Zirganê bi çekên giran topbaran kir.

Dewleta Tirk li Zirganê dibistaneke zarokan topbaran kir
5 tebax, 2021   09:08
NAEVENDA NÛÇEYAN

Di nava rêzesûcên ku dewleta Tirk pêk tîne de, artêşa Tirk a qirker dibistana gundê Til El-Werd bi çekên giran topbaran kir.

Duh jî dewleta Tirk li dijî malbata Zêdan Xelef El-Îsa li gundê Sefawiyê yê rojhilatê Eyn Îsayê, komkujiyek pêk anî. Di encama wê de bav û 3 zarokên wî şehîd bûn û dayik û keça xwe ya mezin jî bi giranî birîndar bûn.

Topbarana dewleta Tirk li ser gundên navçeya Til Temirê, Eyn Îsa, Zirgan, bajarê Minbicê û kantona Şehbayê zêde dibe.

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_ZHI-6e5iJo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>