Li Efrînê sûcên revandinê û desteserkirina malan dewam dikin

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyan hatine wergirtin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanekî ji gundê Ziyaretê revandin. Her wiha malên şêniyên Efrînê yên resen desteser dikin û vediguherînin baregehên leşkerî.

Li Efrînê sûcên revandinê û desteserkirina malan dewam dikin
5 tebax, 2021   08:19
ŞHEBA

 Çavkaniyan got ku desteserkirin û revandina sivîlan bi koordîneya bi îstixbaratên Tirkiyê re pêk tê.

Her wiha da zanîn ku çeteyên navê “polîsên leşkerî” li xwe dikin di destpêka Tebaxê de ciwanekî ji gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Şêrewa, dema ku li bajarê Ezazê bû revandin û nayê zanîn bê bi ku de birin.

Li aliyekî din, çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ragihand ku çeteyan bi fermana îstixbarata Tirkiyê dest danîn ser mala welatiyê bi navê Ehmed Emûnê yê ji gundê Baflûrê û veguherandin baregeha leşkerî.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan xwediyê malê qewitand, li dora malê dîwarê çemento lê kirin û ala Tirkiyê li ser bilind kirin. çavkanî bi bîr xist ku mala welatiyê navborî li ketina navçeyê li ser rêya sereke ya ku navçeyê bi navenda bajarê Efrînê ve girê dide ye.

/ar/uploads/files/2021/08/05/075202_jraem-baljmlh-bhq-ahaly-skan-afryn-alaslyyn-khlal-alasbwa-alfaet-28329.webp

Çavkaniyekî din ji gundê Metîna ragihand ku îstixbaratên Tirkiyê maleke li ser rêya di navbera gundê Metîna û navenda navçeya Şerayê de, veguherandine baregeh û radestî çeteyên Furqeya Sultan Mûrad kirine. Li gorî çavkanî, mal ya wleatiyê bi navê Hec Menan ê ji gundê Metîna ye.

Li gorî heman çavkanî, mala ku veguherandine baregeha leşkerî tê de girtîngeha herî xeter li herêmê heye û hemû kesên revandî yên li wir dişinin Tirkiyê, her wiha hemû cureyên îşkenceyê û binpêkirinan li wir tên kirin.

(cx)

ANHA