Meclisa Leşkerî ya Minbicê encamên êrişên mehekê yên li dijî Minbicê eşkere kir

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarê Minbicê de di dirêjahiya mehekê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 sivîl birîndar bûn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê encamên êrişên mehekê yên li dijî Minbicê eşkere kir
5 tebax, 2021   08:20
MINBIC

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tîrmehê de, eşkere kir.

HEDEFGIRTINA 18 GUNDAN

Li gorî navendê dewleta Tirk a dagirker gundên El-Bû Xar, Kûrhiyûk, Kawiklî, Qir Wêran, Yanlî, Camûsiye, Dindeniye, Siyade, Um Edesê, Um Cilûd, Ereb Hesen, Mihselî, Ewn Dadat, Tuxara mezin, Tuxara biçûk, Cat, Hisan û Hoşeriye yên li seranserî eniya bakur kirin hedef.

Navendê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji baregehên xwe yên li gundên li ser eniya di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de êrişî gundewarê Minbicê kir.

Navendê diyar kir ku baregehên dewleta Tirk wiha ne: baregehên Qîrata, Tuxar, Ereb Hesen biçûk, Yaşlî, Şêx Nasir, Kerbeclî, Hemra û Girêdiye.

Navendê daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 560 topan malên sivîlan û zevî topbaran kirin.

Di encama bersivdayînê de ya ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve, 16 çeteyên Mertala Firatê hatin kuştin.

Navendê destnîşan kir ku di wê bersivdayînê de 5 çeteyên Mertala Firatê birîndar bûne, 5 hewldanên derbasbûna herêmê têk birine, erebeyek doçka û 2 topavêj ruxandine û kilanşîkovek desteser kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 13 caran malên sivîlan bi çekên sivik û navîn kirine hedef. Di encamê de 5 mal wêran bûne. Her wiha 4 sivîl birçndar bûn, zarokek jiyana xwe ji dest da û darên gundên Siyade û Dendeniye şewitîn.

Navendê di dawiyê de îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca valakirina herêmê û koçberkirina şêniyên resen van êrişan pêk tîne.

(şx)

ANHA