Çiyayê Kurêjehro yê Şêladizê hate bombebarankirin  

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê Çiyayê Kurêjehro yê Şêladizê bombebaran kir.

Çiyayê Kurêjehro yê Şêladizê hate bombebarankirin  
5 tebax, 2021   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker îro danê sibehê çiyayê Kurêjehro ya ser bi bajarokê Şêladizê ya li Herêma Behdînan, bombebaran kir.

Heya niha jî ziyanên bombebaranê nehatiye zanîn. Hêjayî gotinê ye ku duh bi şev jî helîkopeteran bi dijwarê gundê Hirur ya ser bi Behdînanê gulebaran kirin.