Berdevkê Hêzên El-Şemal El-Demokratî: Her tişt hatiye tirkkirin

Berdevkê Hêzên El-Şemal El-Demokratîk Mehmûd Hebîb teqez kir ku rewşa Idlibê pir xirab e û hewldanên dewleta Tirk hene ku herêmên dagirkirî tev li xaka Tirkiyê bike.

Berdevkê Hêzên El-Şemal El-Demokratî: Her tişt hatiye tirkkirin
5 tebax, 2021   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Piştî 2019`an Idlib bû baregeheke sereke ya qurbanên peymanên di navbera Rûsya û dewleta Tirk de ku di civînên Astanayê de pêk hatine. Berdevkê Hêzên El-Şemal ê Demokratîk Mehmûd Hebîb têkildarî mijarê wiha got: "Di nava du salan de milyonek û 400 hezar kes her wiha niştecihên resen ên Idlibê, koçberî çargoşeya parêzgeha Idlibê bûn ku firehiya wê 40 kîlometre û dirêjahiya wê 60 kîlometre derbas nake."

REWŞA IDLIBÊ PIR XIRAB E

Hebîb diyar kir ku hejmara niştecihên Idlibê niha 4 milyon kes derbas dike û di aliyên siyasî, ewlehî û aborî de di nava şertûmercên zehmet de ne û wiha domand: "Ji aliyê siyasî ve cebhet El-Nusra serweriya xwe Ii ser niştecihan ferz kiriye. Komên Îslamî yên girêdayî dewleta Tirk danûstandinê weke welatiyên di bin dagirkeriyê de bi wan re dikin. Ew kom aliyê aborî dixin bin serweriya xwe û şêniyan keysbaz dikin. Rewşa Idlibê pir xirab e û mîna hemû herêmên dagirkirî li hêviya çareseriyeke bingehîn e."

Hebîb destnîşan kir ku Rûsya ji dewleta Tirk xwest ku careke din lîsteya komên çeteyên li Idlibê ji nû ve saz bike, komên tundraw ji nav wan derxe û ev tişt anî ziman: "Ev xwestek tenê ji bo çapemeniyê bû. Rûsya wan koman bi kar tîne û ji bo ku bajêr topbaran bike hebûna wan koman dike bihane. Lê armanca sereke valakirina bajêr ji şêniyên wê yên resen e. Dewleta Tirk jî wan çeteyan li dijî şêniyan bi kar tînin da ku li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên li wir dernekevin."

DEWLETA TIRK DI SIYASETA GUHARTINA DEMOGRAFIYÊ LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ DE BERDEWAM DIKE

Mehmûd Hebîb bal kişand ser lîstokên dewleta Tirk û destnîşan kir ku dewleta Tirk gelek caran sazûmanî û navên van çeteyan guhertiye, êdî ev lîstok nayê veşartin û tu çareseriyan bi xwe re nayine. Hebîb gotinên xwe wiha domandin: "Dewleta Tirk guhertina demografiyê li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî didomîne.”

TIRKKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ DIDOME

Hebîb piştrast kir ku komên çeteyên ku fermanên xwe ji dewleta Tirk digirin xizmeta şoreşa Sûriyê û gelê Sûriyê nakin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Wan kesan şoreşa Sûriyê ji hundir ve li herêma Idlibê, bejahiyên bakurê Hemayê, herêma Hema heta gundewarên Humis, rojhilatê Qelemonê, her du Xûtayan tune kir. Hikumeta Şamê ku bi hevkariya Hizbullahê lubnanî û milîsên Îranê û Rûsyayê hêza xwe ya leşkerî bi kar anî, nikarîn çirûska wê şoreşê vemirîne."

Hebîb wiha pê de çû: "Komên Îslamî yên destwerdan li civaka Sûriyê û şoreşê wê kirine, bi rêya MIT’a Tirk, îstîxbaratên Qeter û Îxwan El-Mislimîn şoreş ji rêya rast guherî û têk bir. Êdî civaka Sûriyê bû dirindeyeke hêsan ji tevahî hêzên destwerdêr re, jê jî hikumeta Şamê, dewleta Tirk û Rûsya. Van koman tiştek ji şoreşa Sûriyê re pêk neanî, lê berovajî wê bû xencereke jehrê di piştê şoreşê de."

Hebîb got gelek saziyên istixbaratên navneteweyî hene destwerdan li dosyaya Sûriyê kir, di serî de istixbaratên Tirkiyê li pişt wê jî Îxwan Muslimîn e ku ji xwe re Tirkiye navend digire. Wan saziyên îstîxbaratê xwestekên şoreşa Sûriyê ji azadî veguherî xwestekên neteweyî, olî û mezhebî. Gelê Sûriyê yê li bakurê Sûriyê dibe qurbanê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk. "

Mehmûd Hebîb bang li gelê Sûriyê yê ku tev li komên çeteyan bûne kir ku li rastiya xwe vegerin û diyar kir ku hemû pêkhateyên bakurê Sûriyê ji dewleta Tirk bi hers in, zehmetiyan ji ber komên çete dikişînin û ev tişt got: "Herêmên dagirkirî û gelê wê yê di bin dagirkeriyê de û ji aliyê waliyên tirk ve têne birêvebirin, pereyên tirkî li ser wan têne ferzkirin, her tişt li wir hatiye tirkkirin."

Mehmûd Hebîb piştrast kir ku dewleta Tirk projeya tevlîkirina xaka Sûriyê ji xaka Tirkiyê re bi kar tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk li Sûriyê ne weke ku bi rêya civînên Astanayê  tê gotin ku hebûna wê li gorî peyama bi Rûsyayê re ye. Çavnebariya dewleta Tirk xeta bakurê Sûriyê derbas kir. Dixwaze tişta ku di Mîsaqa Millî de heye vejîne, serweriyê li Heleb, Mûsil û Kerkûkê bike. Gelê Sûriyê dibe qurbanê lihevkirina Rûsya bi dewleta Tirk re. "

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P0-FOEgd46c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>