Malbatên şehîdan: Vekirina gorên şehîdan li Efrînê, tolrakirina ji berxwedana gel e

Malbatên şehîdan ên Helebê sûcên bêexlaqî yên dewleta Tirk ên li dijî şehîdan red kirin û gotin: "Em ê ji bo bicihanîna armancên şehîdên xwe, têkoşîna xwe bilind bikin."

Malbatên şehîdan: Vekirina gorên şehîdan li Efrînê, tolrakirina ji berxwedana gel e
5 tebax, 2021   07:58
HELEB- HENEN MIHEMED

 Di 14’ê Tîrmehê de, dewleta Tirk a dagirker li Efrînê goristana şehîdan vekir û cenazeyên 35 şehîdan derxist. Gelê Kurd li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî goristanên şehîdan nerazîbûna xwe nîşan da.

Malbatên şehîdan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê axivîn û vekirina gorên şehîdan wekî kiryarekî derexlaqî bi nav kirin.

'EW Ê NIKARIBIN GIYANÊ ŞEHÎDAN JI AXA WAN DERXÎNIN'

/ar/uploads/files/2021/08/05/073852_fydan-hsyn.webp

Dayika Şehîd Hemûdê, Fîdan Hisên sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir û wekî binpêkirina mafên gelên herêmê yên ku jiyana xwe li ji bo parastina ax û destkeftiyên xwe ji dest dane, bi nav kir.

 Fîdan got: "Dewleta Tirk bi armanca ji holê rakirina lehengiya şehîdên li dijî artêşa Tirk li ber xwe dane, gorên şehîdan kolandin. Lê dewleta Tirk nikare giyanê şehîdan ji axa wan derxe."

'LI SER NAVÊ ÎSLAMÊ, BI ZANABÛN SÛCAN DIKIN'

/ar/uploads/files/2021/08/05/073815_rwshan-mhmd.webp

Rewşan Mihemed jî ku hevjîna şehîdekî ye, wiha got: "Dewleta Tirk di dema dagirkirina bajarê Efrînê de sivîl kuştin û cihên pîroz teqandin. Her wiha piştî dagirkirinê, dewleta Tirk mal û milkên gel desteser kirin, talan kirin û jin û mêr revandin. Ev hemû kiryar jî bi navê ola îslamê pêk anîn."

Rewşan sûcên dagirkeriyê red kir û got: "Em tiştên ku dewleta Tirk dike qebûl nakin, tu ol nîne ku van sûcên bêexlaqî qebûl bike. Zarokên me yên ji bo parastina axa xwe canê xwe feda kirin, dewleta Tirk gorên wan vedike da ku berxwedana wan ji holê rake. "

Li aliyekî din, Serhed Mihemed sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk hewl dide tola xwe ji berxwedana gelê Efrînê rabike ku heta niha li kampên koçberiyê yên li Şehbayê berxwedana xwe berdewam dikin. Lewra bi armanca şikandina vîna me, gorên şehîdan vekirin. "

/ar/uploads/files/2021/08/05/073838_srhd-mhmd.webp

Mihemed wiha domand: "Em wekî malbatên şehîdan, van kiryaran qebûl nakin û em ê berxwedana xwe heya rizgarkirina Efrînê bilind bikin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kvjxLu548_8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>