'Ger Rêveberiya Xweser neyê naskirin, şer bi dawî nabe'

Rûspiyê eşîra El-Şiêtat a ereb li Dêrazorê Hemed Xidir El-Şerîf bang li civaka navneteweyî kir ku itîrafê bi Rêveberiya Xweser bikin, ji ber ew nûnerê sereke ji rêveberiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye.

'Ger Rêveberiya Xweser neyê naskirin, şer bi dawî nabe'
5 tebax, 2021   07:35
DÊRAZOR

Hemed Xidir El-Şerîf ji ANHA`yê re wiha got: "Rêveberiya Xweser mafê her kesî di gotina nêrînên xwe û nûnertiya rêveberiya hemû pêkhate û neteweyên ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermen, dike."

`PARASTINA YEKITIYA GELÊ SÛRIYÊ DIKE`

El-Şerîf wiha domand: "Projeya Rêveberiya Xweser parastina yekitiya Sûriyê dike û hêz û bersivdayîna ji çi êrişên dijmin re ku dixwaze bi aramî û ewlehiya xakê bilîze, zêde dike. Her wiha ew yekane rêya bidawîkirina şerên li Sûriyê ye."

Her wiha destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke niştîmanî ye û xizmeta berjewendiya hemû gelên herêmê dike.

`RÊVEBERIYA XWESER DESTKEFTIYA GELÊ KU XAKA XWE JI TERORÊ RIZGAR KIRÎ YE`

El-Şerîf piştrast kir ku Rêveberiya Xweser destkeftiya gelê ku xaka xwe ji terorê rizgar kirî ye, ji bo parastina xaka Sûriyê berdêlên mezin daye û hê jî li hember dewleta Tirk a dagirker, li ber xwe dide.

Hemed Xidir El-Şerîf di axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku itîrafê bi Rêveberiya Xweser bike, destekê bide wê û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Rêveberiya Xweser çareseriya derbaskirina aloziyê ye."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P2pvd8hyKPg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>