Li Derayê hesabên aliyên şer

Li Derayê hesabên aliyên şer
5 tebax, 2021   07:36
YEHYA EL-HEBÎB

Çavên her kesî li pêşketina buyerên li Dera ya başûrê Sûriyê ye. Şerê domdar ê li wê derê, girîngiya vê parêzgeha ku xwepêşandanan jê dest pê kir û li seranserî herêmên Sûriyê belav bû, piştrast dike. Her wiha binkeftina lihevkirinan nîşan dide.

Dera ku bajarê Sûriyê yê destpêkê ye ku xwepêşandanan jê dest pê kir, di dirêjahiya salên borî de her tim di rêza pêşîn a nûçeyên dezgehên çapemeniyê de bû. Ji xwepêşandanên ku ji wir dest pê kirine û li seranserî herêmên Sûriyê belav bûne, bigire û heta bigihêje rêgeha lihevkirinên Rûsya ku nikarîbû dengê çekan û bûyerên kuştinê bide rawestandin encamên wê niha tên dîtin.

Parêzgeha Dera ji aliyê nexşerêya serweriyê ve dabeşî du beşan dibe: Dera El-Meheta ku di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de mabû û Dera El-Beled.

RÛSYA GIRÎNGIYA HERÊMÊN BAŞÛRÊ SÛRIYÊ BI KAR TÎNE

Piştî destwerdana yekser a Rûsya li xaka Sûriyê ya bi hevkariya Trikiye û Îranê di bin navê Astanayê de, ev dewlet di 4`ê Gulana 2017`an de gihaştin peymana “kêmkirina rageşiyê”. Li gorî wê peymanê 4 herêmên ku van dewletan navên “herêmên ewle” anku “herêmên bêçek” bi nav kirin, hatin avakirin. Ew herêm “parêzgeha Idlibê û hin beşên parêzgehên derdorê wekî Laziqiyê, Hema û Heleb- herêmên bakurê Husmê- Xûta Rojhilat- Dera û Quneytera yên başûrê Sûriyê” ne.

Ruxmî ku aliyên navneteweyî ji peymana “kêmkirina rageşiyê” li başûrê Sûriyê razî bûn jî, lê belê hîna lewazî li ser vê peymanê serwer e.

Razîbûna navneteweyî ji peymana li başûrê welêt ku bi navbeynkariya siyasî ya navneteweyî û bi serpereştiya Amerîka bi awayekî yekser û di bin çavê Îsraîlê de pêk hat, vedigere cihê girîng ê herêma başûrê Sûriyê.

Herêma başûr ji bo Îsraîlê xwedî girîngiyeke mezin e. Em dikarin bêjin ku Rûsyayê ew yek ji bo danûstandinên bi DYA, welatên rojavayî û Îsraîlê re bi kar anî.

Wan aliyan xwest ku belavbûna hêzên Îranê li herêmê rawestîne û têkildarî wê yekê gelek civîn hatin lidarxistin, ya sereke civîna Qudsê ku di encamê de Rûsya, Îsraîl û DYA`yê gihaştin lihevkirineke têkidldarî dûrxistina hêzên Îranê biqasî 80 km dûrî sînorên Îsraîlê.

Rûsyayê ev lihevkirin bi kar anî û danûstandinên wê li wê derê rastî erêkirin û razîkirina navneteweyî hat. Rûsyayê ji bo agirbesta di navbera hikumeta Şamê û komên “opozîsyonê” yên li Derayê de, peymanek çêkir. Di encamê de hikumetê li wê derê hebûna xwe di aliyê xizmetguzariyê de vegerand, komên çekdar jî hebûna xwe ya sivîl û leşkerî parastin.

SÛRÎ BÛNE AMÛRÊN ŞERÊ WELATÊN BI HÊZ

Bi vê yekê em dikarin bêjin ku şerê welatên bi hêz û projeyan dest pê kir û sûrî jî careke din wekî amûr di vê şerî de hatin bikaranîn.

Ji wan projeyan, pêkanîna armanca sereke ya lihevkirinên Astana ye, ew jî guhertina demografiyê ya bi rêya koçberkirina welatiyên Sûriyê ji Derayê ber bi herêmên bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya delweta Tirk de ye. Armanc êdî xuya ne, ya girîng bicihkirina wan kesan li herêmên Kurdan yên dagirkirî û bikaranîna wan wekî çeteyan ji bo berjewendiyên dewleta Tirk di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Lîbya, Azerbêcan û Efganistanê ye.

Rûsya jî beşdarî vî şerî bû. Wê çekên opozîsyonê di bin navê Feyleqa 5`an de bi çek kir da ku rewşê li wir kontrol bike û li benda danûstandinên bi DYA û Îsraîlê re ma.

Li aliyê din, Îran jî destgirêdayî nema. Hêzên alîgirên Îranê li ser sînorê Dera bi cih bû û têkildarî rewşa li wê derê her tim nakokiyên wan bi Rûsya re derdikevin.

Îran hewl dide nêzî sînorên Îsraîlê bimîne û gefan lê dixwe û dixwaze wê mijarê wekî kaxizmeke hêzê di danûstandinên derbarê aloziya Sûriyê û dosyayên din de bi kar bîne.

Hebûna Îranê li nêzî Îsraîlê dibe sedem ku Îran têkildarî dosyayên Sûriyê yên dervey Sûriyê jî wekî Iraqê û dosyaya nukleerî de, danûstandinan bi Amerîkayê re bike.

ŞERÊ NIHA JI YÊ BERÊ CUDATIR E..GELO ÇIMA?

Ev pêşketin ketin xizmeta berjewendiyên hikumeta Şamê, ji ber ku bi hemû rêbazan hewl dide serweriya xwe li ser hemû herêmên Sûriyê bi rêya hêza leşkerî vegerîne, her wiha hewl dide hemû cihên ku kesên dijberî wî jê derdikevin, ji holê rake.

Ji ber wê yekê û ji ber sedemên din, dibe ku ev şerê niha rû dide ji yên berê cudatir be. Metirsiyên hikumeta Şamê ya navendî, Îran û Tirkiye yên derbarê ihtîmala avakirina rêveberiyeke xweser li Dera û Siwêdayê wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê zêdetir bûn, nexasim ku li Siwêdayê rengê rêveberiya xweser heye. Bi wê yekê dê nimûneya rêveberiya xwesre bibe rêya herî baş ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ya bi girêk.

ŞAHÊ URDUNÊ, ÎRAN XIST NAV FIKARAN

Piştî serdana şahê Urdunê Ebdullah El-Sanî (duyemîn) Bin El-Hisên ji DYA`yê re û hevdîtina wî bi serok Jeo Biden re û daxuyaniyên ku derbarê mayîna El-Esed li ser desthilatê dane de, metirsiyên Îranê zêdetir bûn.

Ev serdan û daxuyanî nîşan didin ku îhtîmal e ku şahê Urdunê yê di 2004`an de hişyarî ji “hîlala Şîa” re dida, nameyeke Rûsya gihandibe Amerîkayê, ku helbet ew yek dê li ser hesabê hebûna Îranê be.

Ji ber wê yekê, hemû ihtîmal gengaz in. Yan wê Rûsya karibe rewşê kontrol bike, yan jî wê hikumeta Şamê bi destekdayîna Îranê êrişî bajêr bike. Ihtîmaleke din jî heye ku Rûsya rê bide Şam û Îranê ku hêza xwe li wir kom bikin û gefê li wê parêzgehê bixwin da ku karibe carek din bi Amerîkayê re derbarê Sûriyê de û bi taybetî derbarê cezayên aborî yên li dijî hevalbenda wê Şamê de, danûstandinan bike.

Dibe ku vekirina dergeha Nesîb a li ser sînorê Sûriyê ku hemwextî serdana şahê Urdunê ji bo Washingtonê pêk hat û girtina dergehê careke din vegerand, ji ber tê payîn ku îsrara Şam û Îranê destpêkirina êrişa li dijî Derayê be. Ev yek nîşaneya bazara herêmî ye.

DI NAVBERA BERXWEDANÎ Û ÇETETIYÊ DE FERQEKE MEZIN HEYE..DERA DI EZMÛNÊ RE DERBAS DIBE

Piraniya van geşedanan nîşan didin ku lihevkirinên ku Rûsya tevî Tirkiye û Îranê pêk anîne, tenê taktîkên siyasî û leşkerî bûn, ji bo ku serweriya van dewletan misoger bikin û ji aliyekî ve welatiyên Sûriyê biçûk bixin û ji aliyê din ve jî wekî nîşaneyên ku dibe her demê şer, kuştin û koçberkirin dest pê bike, bûn.

Siyaseta danûstandinên di bin topbaranê û guleyan de li Sûriyê ne nû ye. Beriya niha jî li dijî herêmên ku navê “bêçek” lê kirin li Heleb, Dera û Xûtayê ev siyaset meşandin û heqaret li şêniyên wê û kesên ku xwe wekî şoreşger nîşan didan, kirin û ew bi basên kesk birin herêmên bakurê Sûriyê yên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin. Bi wî rengî kesên xwe wekî şoreşger bi nav dikirin bûn çeteyên Tirkiyê û li Lîbya, Azerbêcan û niha jî li Efganistanê şer dikin.

Ev siyaset li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hate meşandin. Dema ku Rûsya û Amerîkayê destûr dan Tirkiye ku Efrînê û piştre Girê Spî û Serêkaniyê dagir bike. Rûsya yekser hewl da ku gel û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê teslîm bigire û kaxiza dewleta Tirk li dijî Kurdan bi kar anîn û hişt ku dewleta Tirk êrişî wan bike. Lê belê şêniyên herêmê û Rêveberiya Xweser teslîm nebûn. Di navbera berxwedanê, parastina rûmetê û teslîmbûn û çetetiyê de, ferqeke mezin heye.

Encamên van siyasetan di dirêjahiya salên şerê Sûriyê de, asta qirêjbûna planên navneteweyî li hemberî Sûriyê û qirêjbûna van hêzên ku îdiaya demokrasiyê û parastina mafên mirovan dikin, eşkere kir.

Niha, piştî zêdetirî 10 salan ji aloziya Sûriyê, êdî bi hêsanî mirov dizane kî teslîm bû û veguherî çete û kî di vî şerî de bû aliyekî bi hêz û li hemberî van siyasetên niha li Dera û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ber xwe da.

(cx)

ANHA