Foza Yûsif: Hebûn û xwebûna Kurdan di bin metirsiyê de ye

Têkildarî êrişên nijadperestî yên li ser gelê Kurd Foza Yûsif anî ziman ku hebûn û xwebûna gelê Kurd di bin metirsiyê de ye û got: “Ger em amûrên xweparastinê pêşnexin em ê nikaribin li dijî van metirsiyan rawestin.”

Foza Yûsif: Hebûn û xwebûna Kurdan di bin metirsiyê de ye
4 tebax, 2021   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê giştî di nav liv û tevgera qetilkirina gelê Kurd de ye. Beriya demekê dewleta Tirk bi çeteyên xwe re êrişî pakrewangeha Efrînê kirin ku heya niha jî çarenûsa cenazeyan ne diyar e. Li bajarê Konya yê girêdayî Tirkiyê malbatek  qetil kir, li bajarê Kobanê êriş birin ser erebeyek sivîl û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê xurtirîn kirin. Dagirker vê konsepta qirkirinê bi şêwazê nijadperestî xurtirîn dixin meriyetê.

Der barê êrişên dewleta Tirk ên nijadperestî yên li dijî hebûna gelê Kurd de endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, destnîşan kir ku ev kiryar bi giştî encamên peymana Lozanê ne û got; “Ev sûcdar hemû bi awayekî taybet hatine perwerdekirin ku endamên şerê taybet in.”

`POLÎTÎKAYÊN PEYMANÊ HATİNE  ERÊKİRİN HÎN JÎ DERBASDAR E`

Foza Yûsif, bal kişand ser salvegera 98`emîn ya Peymana Lozanê ku heya niha jî gelekî bi bandor e û got: “Ev peyman hebûna Kurdan inkar kir û destûra qetilkirina Kurdan tê de hene. Di nêrîna wan de Kurd tune ye. Dewletên ku di Lozanê de beşdar bûn heta niha jî bi wê Peyamanê ve girêdayî ne û li gorî wê tevdigerin û hebûna Kurdan inkar dikin. Heta niha polîtîkayên qirkirinê ya ku di wê peymanê de erê kirine derbasdar e. Bê guman şerê Kurdan li hember DAIŞ'ê bandoreke mezin çê kir ku pirsgirêka Kurd navneteweyî kir. Lê mirov nikare bêje polîtîkayên qirkirinê yên ku li ser gelê me hatine sepandin têk çûne. Lewma divê weke Kurd em xwe nexapînin. Divê em berxwedana û tekoşîna xwe mezin bikin. Da ku em hevpeymanên xerab û zalim ên ku di derbarê me de çêbûne têk bibin ku hebûna xwe mîsoger bikin.”

HEMÛ NIRXÊN PÎROZ DI HEDEFA WAN DE YE

Armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser Pakrewangeha Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze şopên komkujî û zilmê li Kurdan dike ji holê rake, têkildarî vê yekê Foza Yûsif got: “Dewleta Tirk hemû nirxên me yên pîroz armanc dike. Ev jî berdewama şerê qirkirinê ye. Dixwazin gelê me bê dîrok bihêlin û hemû şopên berxwedana Efrînê ji holê rakin.”

`SÛCDAR ENDAMÊN ŞERÊ TAYBET IN`

Foza Yûsif, destnîşan kir ku ev kiryarên nijadperest ên ku li dijî Kurdan li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê têne kirin  bi biryar û perspetktîfa dewleta Tirk e. Ji bo sûcdaran jî Foza Yûsif anî ziman ku ew bi awayekî taybet hatine perwerdekirin ku ev hemû endamên şerê taybet in û got: “Ev kes ji bo vîna Kurdan bişkînin û teslîm bigrin çalakiyên hovîtî lidardixin. Dema ku faşîzim ber bi hilweşandinê ve diçe serî li hemû rengên hovîtiyê dide. Hikumeta Erdogan û Bahçelî iflas kiriye,tenê tiştek di destê wan de ma ye û wê jî bi zilmê û zordariyê serwer dikin. Lê çawa ku Kenan Evren û Tansu Çiller têkçûn wê ev itifaqa faşîst jî têk herê.”

`DİXWAZIN KURD Û TİRK BİBİN DİJMİNÊ HEV`

Foza Yûsif, diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze di navbera gelê Kurd û Tirk de dijminatî pêş bikevê û got: “Hikumeta MHP- AKP hebûna xwe di dijiminatiya di nava gelan de dibîne. Mirina xwe di biratiya gelan û neteweya demokratîk de dibîne. Lewma nijadperestî û şovenîzmê xurt dike. Ji bo ku projeya HDP a yekitiya gelan têk bibe van sûcan dikin. Dixwaze Kurd û Tirk bibin dijminê hev ku mêtingerî û diktatorizma xwe biparêzê. Lê gelekî eşkereye ku dewleta Tirk bi vê siyaseta xwe ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelê Tirk û tevahî gelên herêmê metirsî ye. Dewleta Tirk li gelek welatên derdor wekî Sûriyê, Lubnan, Lîbya û Iraq di nava planeke xeternak de ye. Cihê ku dewleta Tirk derbasî dibe li wir şer, zayendperestî, olpersetî, nijadperestî û tûndrewî pêş dikeve.”

`HEBÛN Û XWEBÛNA KURDAN DI BIN METIRSIYÊ DE YE`

Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif, daxuyand ku hebûn û xwebûna Kurdan di bin metirsiyêye dey e û got: “Hemû rengên qirkirinê li ser gelê me tê meşandin. Ji bo wê divê em bi vê hişmendiyê rojane tekoşîn xwe mezin bikin. Ger em xwe neparêzin û berxwedana xwe mezin nekin, em nikarin pêşeroja xwe biparêzin ku dîsa mehkûmê komkujiyan bibin. Xweparastin ji bo Kurdan wekî ibadetê ye. Ger em amûrên xweparastinê bi pêşnexin  em ê nikaribin li dijî van metirsiyan rawestin. Divê hemû Kurd êrişên li ser gerîla, li ser malbata Kurd a li Konya û herêmên dagirkirî wekî êrişê li ser hebûna xwe bibînin. Divê em yekitiya xwe xurt bikin û li hember hemû êrişan yek helwest bidin nîşandan.”

ANHA