Şervanên YBŞ û YJŞ: Her kes dizane kê Şengal rizgar kir û kî bû sedema komkujiyê

Şervanên YBŞ û YJŞ`ê anîn ziman ku divê gelê Şengalê armanca plan û komployên ku li dijî wan têne kirin nas bikin û got:"Eger beriya 2014`an em li ser fikirê rêber Abdullah Ocalan bimeşiyana, ev komkujî pêk nedihat."

Şervanên YBŞ û YJŞ: Her kes dizane kê Şengal rizgar kir û kî bû sedema komkujiyê
Şervanên YBŞ û YJŞ: Her kes dizane kê Şengal rizgar kir û kî bû sedema komkujiyê
Şervanên YBŞ û YJŞ: Her kes dizane kê Şengal rizgar kir û kî bû sedema komkujiyê
Şervanên YBŞ û YJŞ: Her kes dizane kê Şengal rizgar kir û kî bû sedema komkujiyê
Şervanên YBŞ û YJŞ: Her kes dizane kê Şengal rizgar kir û kî bû sedema komkujiyê
5 tebax, 2021   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN – LÎLAV DÊWANÎ

Yekîneyên Berxwedana Şengalê ku piştî fermana 73`an hate avakirin erka parastina Şengalê û rizgarkirina wê ji DAIŞ`ê girt ser xwe. Paşê YJŞ`ê jî li hember hemû planên li dijî civaka êzidî cihê xwe di nava berxwedan û têkoşînê de, girt.

Şervanên YBŞ`ê gotin yekîneyên wan bi hêza gelê Şengalê û bi saya berdêlên wan hate avakirin. Her wiha got komplo û peymanên li dijî Êzidiyan piştî komkujiyê bi dawî nebûne û ji bo karibin li hember van plan û êrişan bisekinin divê bi hev re hevgirtî bin û parastina Şengal û gelê wê bikin.

Di vê çarçoveyê de şervanê YBŞ`ê Şervan Şengalî got, vekişîna PDK`ê ji Şengalê di dema êrişa çeteyên DAIŞ`ê de bû sedem ku komkujî pêk were û wiha axivî: "Em ji aliyê hêzên girêdayî PDK`ê ve hatin xapandin. Em dixapandin ku ew hêza parastina Şengalê ye. Lê dema ku çeteyên DAIŞ`ê derbasî Şengalê bûn ew reviyan û rastî eşkere bû."

Şervan Şengalî destnîşan kir ku hêzên HPG`ê yên girêdayî PKK`ê tevî derfetên xwe yên kêm gelê Şengalê di nava êrişên DAIŞ`ê de nehiştin, parastina wan kir, ew rizgar kirin û ev tişt got: "Li hember berdêlên ku HPG`ê dane, em ê her tim deyndarên wan bin."

Dema ku Çeteyên DAIŞ`ê di sala 2014`an de derbasî Şengalê bûn, hêzên girêdayî PDK`ê û artêşa Iraqê jê reviyan. HPG`ê parastina Şengalê girt ser milê xwe.

'TEKANE HÊZA PARASTINA ŞENGALÊ YBŞ Û YJŞ`Ê YE'

Şervan Şengalî diyar kir ku YBŞ`ê bi saya hêza gelê Şengalê û şehîdên pêşeng ku di qadan de şer kirin, xwe li pêşiya komkujiyan kirin mertal, gelek pêngavên zehmet bi rêya parastina Şengalê derbas kir û wiha dewam kir:"Ev hêz berfireh bû û bû cihê baweriya gelê Şengalê ku ew yekane hêza ku dikare Şengalê di rojên pêş de biparêze, ji ber ku hêzên din tenê berjewendiyên xwe yên kesayetî, partî û leşkerî diparêzin û berjewendiyên gelê Êzidî beralî dikin."

Şengalî anî ziman ku divê civaka Êzidî rastiya komployên ku li dijî wan tê kirin, nas bikin û armanca wan komployan ku parçebûnê derxîne û civaka Êzidî lewaz dike fêm bike. Ji ber ku ew hêzên komploger hewl didin serweriya xwe li ser Şengalê ferz bikin û armancên xwe pêk bînin. Her wiha Şengalî ev tişt anî ziman: "Divê civaka Êzidî hevgirtî be da ku li hember van komployan bisekine û nehêle ku komkujî dubare bibin. Li axa xwe vegerin da ku Şengaleke ewle ava bikin. Ji ber dûrketina ji xak, çand, netew, ziman û olê, civakê lewaz dike."

Şervana YJŞ`ê Deniz Zerdeşt jî komkujiya sala 2014`an weke roja reş bi nav kir û wiha axivî: "DAIŞ`ê sûcên herî qirêj li dijî gelê Şengalê nexasim jina Êzidî ku rastî binpêkirinên dermirovî hat, pêk anî. Em tev li nava refên YJŞ`ê bûn da ku em jinên Êzidî ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin, rizgar bikin."

Denîz Zerdeşt destnîşan kir ku bi saya berxwedan û têkoşîna YBŞ û YJŞ`ê û hêzên gerîla Şengalê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin û wiha domand: "Em destekdayîn û piştgiriya hêzên gerîla ji bîr nakin û em ê bimînin deyndarê wan."

Denîz Zerdeşt wiha dewam kir:" Ger me fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan beriya komkujiya 2014`an şopandiba, komkujî çênedibû. Ger ez di wê demê de weke niha perwerdekirîbûma, bavê min ji aliyê DAIŞ`ê ve nedihat girtin."

Bi berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Tevî dûrbûna rêbertî ji me,  lê wî hêzên gerîla ji bo parastina mala Êzidiyan wesiyet kir. Ev jî ji bo me cihê kêfxweşî û serfiraziyê ye. Îro bi saya fikir û felsefeya rêbertî rewşa Şengalê ji berê pir cudatir bûye û aramî pêk hatiye."

Denîz Zerdeşt îşaret bi girîngiya parastina xaka Şengalê û têkoşîna ji bo gelê wê kir, nexasim jina Êzidî ku divê têkoşîna li hember planên dijmin xurt bikin.

Her wiha şervanê YBŞ`ê Dilşêr Feqîr jî piştrast kir ku dema komkujî pêk hat ew nehatibûn perwerdekirin ku li hember DAIŞ`ê bisekinin, hêza ku idîa dikir ku ew parastina Şengalê dike, erka xwe pêk neanî û ev tişt got: "Artêşa Iraqê û PDK`ê xeta xiyanetê hilbijartin û dema ku DAIŞ`ê derbasî Şengalê bû, yekser vekişiyan. Em ê bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û berdêlên şehîdên me, karibin bersiva êrişên dijmin bidin."

Dilşêr Feqîr piştrast kir ku her kes li Şengalê dizane ku kê ji bo rizgarkirina Şengalê li ber xwe da û kî bû sedema pêkanîna komkujiyê.

Dilşêr Feqîr diyar kir ku ji ber sûcên ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî gelê Şengalê ji talankirin, kuştin, hilweşandin û revandinê pêk anîne, wan hêzeke taybet ji bo parastina Şengalê ava kir û wiha domand: "Tişta ku di dema heyî de ji me tê xwestin ew e ku em hemû hêza xwe têxin xizmeta gelê Şengalê û xwestekên wan û em bi awayekî baş xwe bi rêxistin bikin, da ku em karibin bersiva dijmin bidin û li hember planên wan bisekinin. Her wiha hêzeke taybet ji pêkanîna parastina Şengalê, ava bikin."

Şervana YJŞ`ê Tolhildan Hilmet jî wiha axivî: "Hê jî qêrîna zarok û dayikan di guhê me de ye. Komkujiyeke mezin bû. Di encama wê de bi hezaran ji gelê Êzidî hatin qetilkirin û bi sedan jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin revandin. Komkujiya 2014`an bû sedema hişyarbûna civaka Êzidî da ku hêza xwe ya taybet ji bo parastina xak û gelê xwe ava bikin."

Tolhildan Hilmet bal kişand ser rola jina Êzidî di parastina Şengalê de û destnîşan kir ku jinên Êzidî roleke pêşeng û girîng di destekdayîn û parastina gel de lîst û hêza taybet a jin li Şengalê ava kir, avakirina wê hêzê bû cihê serfiraziyê û wiha domand: "Biryara min a tevlîbûna ji nava YJŞ`ê re ji bo rakirina tola jinên Êzidî ye."

Tolhildan Hilmet destnîşan kir ku komplo û peymanên li dijî civka Êzidî piştî bidawîbûna komkujiyê bi dawî nebûne û hê jî berdewam in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo em karibin li hember plan û êrişan bisekinin, divê em hevgirtî bin û parastina Şengal û gelê wê bikin."

(bx)

ANHA