Şênî di dewamkirina çalakiyên ji bo rêber Ocalan de bi îsrar in

Welatiyan teqezî bi berdewamkirina çalakiyên şermezarkirina tecrîda ku dewleta Tirk bi hevkariya hêzên hegemonîk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike, kir û gotin ku şikandina tecrîdê xwesteka hemû gelên azadîxwaz e. 

Şênî di dewamkirina çalakiyên ji bo rêber Ocalan de bi îsrar in
5 tebax, 2021   01:51
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Dewleta Tirk ji 15`ê Sibata 1999`an v edema ku bi kompoleyek navneteweyî rêber Abdullah Ocalan dîl girt, tecrîdeke giran li ser ferz dike û dixwaze ji gel qut bike.

Têkildarî mijarê, şêniyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku hêzên kapîtalîst li pişt tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan in.

Welatiyê bi navê Silêman Husên diyar kir ku ji beriya 7 salan ve hikumeta Tirkiyê tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike, da ku pirsgirêkên Tirkiye û dewletên cîran çareser nebin. Husên got ku rêber Ocalan gelek caran diyar kiribû ku ew amade ye gelek dozan çareser bike.

Refha Murad jî bal kişand ser bandorên tecrîdê ku gelê Kurd derbas kiriye û êdî bûye doza hemû gelan û wiha dewam kir: "Tecrîda li ser rêbertî hatiye ferzkirin ne tenê girêdayî gelê Kurd e, lê belê hemû gelê azadîxwaz, aştîxwaz, demokratîxwaz û kesên banga jiyana hevbeş dikin, eleqedar dike."

Refha da zanîn ku bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan nîşaneya hevkariya rasterast a bi dagirkeriya Tirk re ye û bang li rêxistinên mirovî kir ku êdî bêdeng nemînin û rê bidin ku parêzerên rêbertî pê re bicivin.

Caziye Husên Horan jî bi bîr xist ku hikumeta Tirk hewl da bi rêya tecrîdê vîna gelan bişkîne, ji ber ku dizane ku rêber Ocalan temsîla daxwazên gelan ên azadî û rizgariyê dike.

Caziye bang li gelan kir ku çalakiyên bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin her wiha siyasetên dewletên kapîtalîst jî eşkere bikin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bi hevgirtina gelê herêmê û têkoşîna wan dê edaleta civakî bi ser bikeve."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8Kg4B9_FmeY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>