Di encama topbarana li ser gundewarê Til Temirê de 2 endamên hikumeta Şamê û jineke temenmezin birîndar bûn

Ji ber topbarana ji aliyê dewleta Tirk ve ya li ser gundê Um El-Kêf ê rojavayê gundewarê Til Temirê 2 endamên hêzên hikumeta Şamê û jineke temenmezin birîndar bûn.

Di encama topbarana li ser gundewarê Til Temirê de 2 endamên hikumeta Şamê û jineke temenmezin birîndar bûn
4 tebax, 2021   19:15
HESEKÊ

Nûçegihanê me yê li herêmê ragihand ku di encama topbarana ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ya li ser gundê Um El-Kêf de, 2 endamên hêzên hikumeta Şamê û jineke temenmezin birîndar bû.

Li gorî nûçegihanê me, birîndar di nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê de tên dermankirin.

Tê bibîrxisitn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê îro bi dijwarî bi çekên giran gundewarê Til Temir û Zirganê topbaran kirin. Di encamê de şênî ji gelek gundan koçber bûn.

(şx)

ANHA