Kujerê malbata Dedeogûllari Mehmet Altûn hate girtin

Mehmet Altûn ê ku li Merama Konyayê 7 ferdên ji malbata Dedeogûllari qetil kiribû, piştî 6 rojan hate girtin.

Kujerê malbata Dedeogûllari Mehmet Altûn hate girtin
4 tebax, 2021   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Altûn ê ku renxe li AKP û MHP’ê kiribû û di 30’ê Tîrmehê de li navçeya Meramê ya Konyayê Yaşar Dedeogûllari (65), Serap Dedeogûllari (36), Serpîl Dedeogûllari (32), Sîbel Dedeogûllari (30), Îpek Dedeogûllari (57), Metîn Dedeogûllari (45) û Bariş Dedeogûllari (35) qetil kiribûn, hate girtin.

Altûn ê ku xwe li nav erdan veşartibû îro hate girtin.