​​​​​​​Ciwanên Tirbespiyê: Tevkariya PDK’ê dagirkeriya Tirk rewa dike

Ciwanên Tirbespiyê tevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re û êrişa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û da zanîn ku ew tevkarî êriş û dagirkeriya Tirk rewa dike.

​​​​​​​Ciwanên Tirbespiyê: Tevkariya PDK’ê dagirkeriya Tirk rewa dike
4 tebax, 2021   19:42
QAMIŞLO

 Têkildarî mijarê, ciwanên Tirbespiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku tevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re dibe sedem ku rageşî li herêmê zêde bibe.

Endamê rêveber ê Yekitiya Ciwanên Tirbespiyê li pêş navenda yekitiyê ya li rojavayê navçeya Tirbespiyê da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Êrişên bênavber ên dagirkeriya Tirk a faşîst û bikaranîna çekên qedexekirî li dijî hêzên gerîla bi piştgiriya NATO’yê pêk tên.

Ev êriş piştî têkçûna DAIŞ’ê li herêmê û bi erêkirina PDK’ê pêk hatin. Ev tevkarî îxaneta li dijî gelên herêmê ye.

Divê PDK’ê nebe sedema xwînrijandina gelê Kurd û gelên herêmê û divê em ciwan asta têkoşînê li dijî rejîmên faşîst ên Kurdistan dagir kirine, bilind bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jkfOUGH_2Rs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>